Raman û curê mirovên ku PKKê afrandî: Mankurt û Mankurtîzm

Tevgera PKK ê ji roja xwe ya destpêkê ve îdia dike ku milîtaneke nû, mirovek nû, jinek nû û civakek nû diafirîne. Ocalan pêşî li ser kadroyên PKK ê ev îdîaye ceriband û piştre jî xwest li ser civakê bicerbîne. Di pêvajoya afirandina vê pêkhateya nû de bi dehan têgînên wekî “kesayetî û taybetmendiyên milîtanên Şoreşger, întihara çînî, teslîmkirina îrada xwe ya ji bo rêxistinê, şoreşa civakî, jiyana nû, xwenasîn, jinolojî, xwedawendî, konfederalîzm, zilamtiya rêxistinê partîbûn û hwd.“ hatin bikaranîn. PKK nekarî civakekê ava bike lê ji xwe re civatek ava kir. Zihniyeta vê cıvata PKK ê ava kirî zîhniyeteke metirsîdar e ku divê Kurd ji nêz ve lê binerin. Ji ber ku li gorî zîhniyeta ku PKK ê afirandiye, ji bilî xwe hemû Kurd dijminin û divê werin tunekirin in.

Girseya PKK ê difikire ku dîroka PKK ê ya 40 salî tenê dîroka Kurdan e, bêyî ku bizane ku dîroka Kurdan a bi hezaran salan heye. PKK girseyek wisa dijminkar çêkiriye ku dikare li qadan wêneyên Barzanîyan bişewitîne, yên ku bi dehan sal in pêşmerge bûne û di avakirina Herêma Kurdistanê di nav destên gorepana Rojhilata Navîn de rizgar û azad bikin. PKK girseyeke ku çi kerb û kîna wê ji bo ci dagirkeran tune ye. di wê baweriyê de ye ku divê kolonyalîst demokratîk bibin. Di heman deme de di wê baweriyê de ye ku divê destkeftiyên kurdan bên tunekirin û dewleta Kurdan çênebe. PKK zîhniyeteke wisa çêkiriye ku dema Pêşmerge dimire dilşad dibe, êrişî ala Kurdistanê dike û wêrankirina Herêma Kurdistanê weke azadî difikire.

Dema mirov li vê girseya PKK ê afirandî dinêre ku tije kerb, kîn û dijminatiya dijî nirxên Kurdan e, em dikarin bi zelalî vê bibêjin: PKK tevgereke Mankurtîzmê ye. PKK Mankurt a dixuliqîne.

Mankurtîzm çi ye?

Mankurtîzm îdeolojiya kolonyalîsta ye ku mirov dikare ji bo û wan ji nasnameya wan a civakî-çandî dûr bixe berjewendiyên xwe bi kar bîne û wan bike “Mankurt”. Li aliyê din Mankurtî, di nava gelên Asyaya Navîn de rêbazeke îşkence, asîmîlasyon û koletiyê ye. ji xwebûnê durketin, dijminatiya xwe kirin, bi talîmata hin derdoran tevgerîn û fanatizm e. Di rastiyê de, ew cureyekî mirovên belengaz lê xeternak e ku haya wan ji bindestîya wan tune, bi talîmata axayê xwe dikarin her tiştî bikin bê ku li êncamên wê bihizire.

Pirtûka nivîskarê navdar Cengîz Aytmatov a bi navê “Rojek wê bibe, bedel esrê” vedibêje ka koma bi navê Juan-Juan kesên ku dîl girtine çawa kirine mankurt.

Juan- Juans porê wan êsîrên xwe yên xurt û ciwan ditiraşe, kok a porê wan yek bi yek hemû ji sere wan dikêşe. Dû re tîne çermê hêştirê hê germî li sere wan koleyan ku hê xwîn jê tê dipêçe û wan di ber germa çolê de bi stûnekê ve girê dide. Çermê hişkbûyî rê nade ku pora wan êxsîran weke berê ber bi jor ve derbikeve. Bi vî şêwazî hewl didin ku mû yên porê wan berûvajî biçin nava mêjî de derbikevin. Ey îşkence êşekî mezin dide wan hinek nikarin êşê ragirin û dimirin. Ji aliyê din ve, yên sax mayî heşê xwe winda dikin. Êdî ew kes dibe mankurt. Xwarinê didin wan. Êdî ew Mankurt we difikire ku wî kesî weke xilaskarê xwe dibîne. ji ber ku tiştek nayê bîra wî, êdî ji bilî emrên wî tiştek din nake. Bahra bêhtir ew şandine ku êrîşî civaka xwe bike.

Dema ku civakek Juan Juans êrîşî wan dike, ew li zarokên xwe yên dîl nagerin ew dixwazin zarokên wan bimirin. Ji ber ew dizanin ku ew zarok wê bibin mankurt û werin êrîşî civaka xwe bikin.

Aytamatov di pirtûka xwe de behsa Munkurtkirina xortekî bi navê Colaman dike. Dayîka Colaman, Neyman , weke yên din tevnagere û dikeve pey kurê xwe. Ew kurê xwe yê ku şivantiya hêştir a dike li çolê dibîne û dixwaze bîne bîra wî ku ew kurê wê ye. Her tim navê bavê wî jê re dibêje. Lê Juan Juans xwediyên rastîn ên Colaman in. Ji wî re dibêjin dayîka xwe Neyman bikuje. Colaman dayika xwe li ser hêştir ê dide ber tîr-kivana û tîrekê singa dayika xwe dide û dayika xwe dikuje.

Colaman nizane ku wî diya xwe kuştîye. Ji ber vê yekê jî mankurtbûn dijminatiya xwe kirin e, dijminatiya neviyên xwe ye û qatilê qewmê xwe ye. Ya ku PKK di mirovan de dike jî heman tişte ango cûrek Mankurtî ya post-modern e.

PKK ê Kurd anîne rewşekê ku li dijî serxwebûna Kurdistanê bisekinin, Kurd bibe neyarên Kurd. PKK e bi mehan li ser şervanên temen biçûk yên ji rastîya civakê dûr, dîrok nenas û ji sîyasetê dûr kar dike û dibêje wan; “PDK e dijminê meye, Hewlêr navenda Kapîtalîzmêye, dê dewleteka kurdî ya biçûk mîna Îsraîlê ava ket, li Kurdistanê her roj jin têne kuştin û tecawizî wan tê kirin, tên sinetkirin, wan kesên ku ji PKK ê qut dibin dike fahîşe, pêşmerge tirsonekin û hwd… bi perwerdekirina wan bi agahiyên derew û çêkirî û qalibên aydolojîk, van ciwanên kurd tijî kerb û kîn dike, di asta ku ew beşk ji birayên xwe bikujin û wan dişînin Hewlêr û Duhokê di nava xelkê da. Ev çekdarên bêheş dikarin bavê xwe jî bikujin bê ku pirs di serê wan da çêbibe.

Bi van çekdarên heşên wan hatîn tavizandin ji bo çav tirsandina xelkê, çalakiyan pê didin kirin. bê sedem rabûn, Rêveberê Asayîşa Giştî yê Ser Zêrê, pêşmergeyê 30 salan Xazî Salih Alîxan li ber çavê zarokên wî tetorkirin. Piling Cizîr û Cesûr Roboskî. Ev her du navên wan çekdaran e ku Xazî Salih Alîxan gullebaran kirî. Cesûr Roboskî ji bo tola komkujîya Roboskê rake tevî PKK ê bi bû. Lê PKK ê şûna ku Cesûr hemberî kujerên komkujîya Roboskê bide şerkirin ew rêkirin da ku hemnijadê xwe bikuje û wî bê dudilî lehengek mîna Xazî Salih terorkir. Ew Cesûr êdî bibû Colaman, bibû neyarê qewmê xwe.  Bi rastî kuştina Xazî Salih di wateyek din de kuştian Cesûr bixwe bû.

PKK xelkê kampa Şahba ku di şert û mercên dijwar de dijîn, yên ku ji Efrînê koçber bûne, li meydanê kom dike û wêneyên serokên kurdan bi wan dide şewtandin. Ev penaberene bê ku li rewşa xwe ya bajarê xwe Efrîn ê bipirsin dijminatiya Kurdan dikin. Rastîya van kesan Mankurtî bi xwe ye.

Dayikên danemir ên 70-80 salî ku ji bilî medyaya PKK ê ku tu medyayê naşopînin, li pey Qeşmerekî wekî Parlamenterê HDP ê yê Agiriyê Bedran Ozturk ber bi deriyê Xabûrê ve dimeşin. Qeşmerê bi navê Bedran Ozturk mehane bi hezaran dolar qezenc dike û jiyana xwe garantî kiriye. Paşnavê wî (Ozturk) rastîya vî Bedran ê gewad destnîşan dike. Ger ev qeşmer pîçek Kurd baya da zane ku xayînê mezin ew e yê ev paşnav (Ozturk) pêve. Ew ber bi Enqereyê ve nameşin, ew dayik jî napirsin çima ez li pişt vî kesê qeşmer dimeşim, napirse çima êrîşî Kurdan dikim. Taybetmendiya herî girîng a mankurt a ew e ku her kes dikare ji xwe re bi de şixulandin.

PKK bi girseya xwe ya li dora xwe civandî ve êrîşî Ala Kurdistanê dike. Li Rojava gelek caran êrîşî Ala Kurdistanê kirin. Hevşaredara Erxanê Miryem Yildiz di 1 ê Gulanê de li qadê êrîşî jineke ku ala Kurdistanê hilgirtibû kir. Ma ci ferqa Meryem Yıldız û Colaman ê dayika xwe kûştî heye?  Alaya ku Meryem Yıldız nahêle were bilindkirin ala qewmê wê bixwe ye. Ew ala cemîyeta îctîmaî ye, Ala hikumeta Kurdistanê ya li Çîyayê Agirî ye. Ew ala komara Kurdistan a Mihabatê ye, ew ala Kurd û Kurdistanê ye. Meryem Yıldız li heman qadê de li dijî ala Tirk dengê xwe dernexist. Mankurt bûn a rastî ev e.

Pêwîste hemû Kurd vê çîroka Mankurtiyan bizanibin. Ji ber ku niha civateke Mankurt ava bûye û dest bi êrişê nirxên netew û gelê xwe kiriye û tiştê ecêb ewe ku vê weke tekoşîna “azadîyê” dizane. Yê ku ev civata bêheş afirandiye PKK ye. Civatek e ku xema zimanê kurdî nake, ji ala kurdî hez nake, dewleta kurdî naxwaze, dîroka gelê kurd nizane, nikare ji xwe bipirse ev kiryar ji bo çi ye çi ma ez derketin kolanan.

 Li pişt vê girseyê xebatkarên medyaya PKK   ê yên li Ewropayê yên ku bi rant xwer hene, mirovên ku bi salane bi parlamenteriyê jiyana xwe garantî kirine, bûne hevserok, zarokên wan bazirganiya tiryakê dikin hene, çepên Tirk û rewşenbîrên Tirk hene. kurdên feqîr û jar dibin mankurt, ev koma rantxwer li wan tê bilind dibin.

Divê Kurd jî baş bizanibin ku îdeolojiya sereke ya PKK ê Mankurtî ye. Gotina PKK ê ya afirandina mirov ê nû û civakek nû, xwesteka afirandina kesekên îstîsmarkar e ku li pişt têgehên mezin ên îdeolojîk de xwe veşartiye. PKK ê Kurd, ji Kurdbûna wan dûr xistî ye. Bi dûbarekirina axaftinên xwe bi awayekî sîstematîk û bi berdewamî, mirov hişt ku hevok, peyv an jiber bikin. Bi demê re, mejiyê wan kontrol kiriye. Rabirdû jêbirîye. mînak, li bajarê Kurdan Kamişloyê, di salvegera şehadeta Kasımlo de, wêneyê wî ne daliqandin, lê wêneyê Denîz Gezmiş û hevalên wî, serokên tevgera çep a Kemalîstên Tirk, li nava Bajar hatin daliqandin. Li Şingalê hate daliqandin. PKK bi Kurdan pêşî çepê Tirk dide qebûl kirin, paşê jî wê dewleta Tirk qebûl bikin. Paşê jî ev civat wê Kurdan weke dijmin ji xwe re bibîne û bihesibînin. Ji ber vê yekê jî, em dibêjin PKK Kurdan dike Mankurt.

Pustên heman beş