Serkirdeyekî PKK Siyaseta Ocelan bi bi rengê reş di nerxîne

Serkirdeyekî PKK Siyaseta Ocelan bi bi rengê reş di nerxîne

Mahir Hesen

Di geşedanên kongirê duyem de nîşan da ku Ocalan xwe weke tevahiya PKK’ê dibîne û her tiştî li gorî wî dibe plan bibe.  Êdî pêdiviya wî bi têkiliya a rêhevalan bi hev re nema.  Xwe xwediyê li saziya rêbertiyê  didît. Balkêşî ne li ser partî û armanca têkoşînê ye, li ser xwe ye. Ev yek Serkirdeyê PKK Îbrahîm Aydin di pirtûka xwe a Vengma de teqes kiriye.

Îbrahîm Aydin gelo kî ye ?!

Îbrahîm Aydin yek ji endamên PKK’ê yên herî kevnar e.  Di sala 1972’an de  bi Ebdullah Ocelan re li Enqereyê hat girtin.  Hakî Karer, Kemal Pîr û şoreşgerên din ên Kurdistanê li mala Ocalan bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn.  Îbrahîm ji Enqereyê diçe Dîlokê, li Enstîtuya Perwerdehiyê mamosteyan û beşdarî xebatên rêxistinkirina koma şoreşgerên Kurdistanê dibe.

Piştire ji Dîlokê diçe Amedê.  Li gel her yek ji parêzer Mahmut Bilgili û Selîm Çürükkaya dimîne.  Dema di şaredariya Amedê de dixebitî xebatên xwe yên rêxistinî didomand û beriya buyera 12’ê Îlonê derket derve.

Demek dirêj li Şamê dimîne.  Weke koordînatorê PKK’ê li Ewropayê tevdigere û ji Ewropayê di ser Şamê re derbasî Başûrê Kurdistanê dibe.  Li vir ji PKK’ê derket û xwe spart PDK’ê.

Îbrahîm Aydin heta salên 1980 – 1985’an di nava PKK’ê de bû bi hemû hûrgiliyan dizane.  Dema ku hûn pirtûkê bixwînin, bê guman hûn ê gelek tiştên ku we heta nuha nizanibûn bizanibin.

Wek tê zanîn PKK xwedî dîrokeke ji derewan.  Ezê tenê li ser beşek ji pirtûka Îbrahîm Aydin bi axivim û nerîna wî li ser Ocelan û  zanyarên li paşperdeyê weku di pirtûka xwe de nivîsandiye ji bo xelkê me raxim:

Wek Îbrahîm dide diyar ku Ocelan serokatiya xwe û rêbertiyê li pêş sazûmaniyê dixe.  Ji ber ku hemû navendên desthilatdariyê di destên xwe de kom kiribû, nasnameya xwe ya rastîn di Kongirê duyem de eşkere dikir. Bi Îdeolojiyek ku sedema hebûna Gelê Kurd û PKK bi xwe ve girê bide, yan jî jiyan bi wî dibe yan jî tune ye.  Dezgehên sazî li gor

Ocelan nabin, her biryar dibe ku ji ba Ocelan be û nabe tu sazî bêne damezrandin û bibin xwedî biryar. Ocelan di hevpeyvîna bi serokê rêxistina Kurtuluş Mahir Sayin re van Ramanan bi rengekî dûr, şik û gumana xwe ji peyva “saziyê” tîne ziman. Wisa dibêje : “Tu dibêjî saziyek, li şûna hebûna saziyekê, divê zêde bawerî pê neyê….. Saziyên me jî hene, ez wan zêde ciddî nagirim….  Tu dibêjî qey ji fermandarên ku di dîrokê de pir bi bandor bûne xwedî partî, kîjan sazî heye?  Tu dibêjî qey ew heye, rast e, ew çep e.”

Bi Öcalan jî bawerî bi partiya xwe nayê.  Bêbaweriya xwe bi neçûna Başûrê Kurdistanê nîşan da, tevî ku dema ji Sûriyê derket ji aliyê partiyê ve hatibû vexwendin jî, rojekê jî lingê xwe neavêt van xaka Başûr û tenê bi peyamên dûr beşdarî kongir û konferans û civînan bû.

Ji beylî tunekirina sazîyan, Ocelan axivtina serkirdeyên PKKê jî her wisa pûç dikirin.

Di civîn û civanan de Ocelan li ser mijarên bîrdozî, siyasî û leşkerî di axivî.  Ji xeynî vê, nirxandinên pir giştî li ser hin kêmasiyan dikir.  Wî axaftinên xwe de tu kes bi lêvnedikir.  Wî ev kar radestî çend pêxwasên din kir bû. Mînak dema Saîme Aşkin, diyar kir ku li Lubnan û Sûriyeyê hevalên keç ji xwendinê tên dûrxistin û ji bo sererastkirina vê helwestê axivî. Dûran Kalkan ê ku ti tişt ji wî nedihat xwestin jî bersiv da, û dest bi axaftinê kir ku hevalên xwe yên keç kirin armanc.

Kesên ku di Rêbertiyê de yên nema dikarin Ocelan bişopînin weke “xayin û sîxur” hatin tewanbarkirin, û bi taybetî kadroyên ku pirsiyar dikirin û hewl didan analîz bikin.  Ji aliyê din ve, wî komîteyek navendî dixwest ku pêk bîne, ne ku hizir bike.  Tenê gotina Ocelan bi darê zorê bimeşîne. Mafê kadroyên PKK tunebû û tune ye ku bifikirin… Bi van rêbazan tevahî Konseya PKK’ê hate damezrandin.

Dosyaya kongreyê PKKê radestî Ocalan hat kirin, tevî protokola 15 navên ji bo hilbijartina Encumena Rêveber hatibûn nivîsandin.  Di daxuyaniyê de Abdullah Ocalan, Duran Kalkan, Cemîl Bayik(Cuma), Alî Haydar Kaytan, Îbrahîm Aydin, Alî Çetîner, Çetîn Gungor, Kesîre Yildirim, Mehmet Karasungur, Mahsun Korkmaz, Selahattîn Çelîk endamên sereke, Îsmet Dogru, Alî Ozansoy. Omürcan (Terzî Cemal) daxuyand ku ew wek endamên cîgir hatin hilbijartin.  Mehmet Karasungur û Mahzun Korkmaz ên ku di lîsteya Encumen’ê de cih girtin, ji ber ku li Başûrê Kurdistanê bûn û Alî Omûrcan di qada perwerdehiya taybet a ji 25 kesan pêk dihat, nekarîn beşdarî kongirê PKK yê duyem bibin.

Çetîn Gungor, Îsmet Doğru, S. Karakuş, Şenay, Saîme Aşkin, Selman Ömürcan, Evîn (kod) û çend hevalên wan yên din ku navê wan nayê zanîn, di lêkolînên ewropî de bûn.  Ji aliyê din ve Îbrahîm hat wezîfedarkirin ku di encama şer û pevçûnên nava Îsraîl û Lubnanê de, PKK vekişîna wan li herêmê ber bi Sûriyeyê ve biçe.  Îbrahîm ev heval li Heleb, Efrîn û Kobanê bi cih kirin û li wir perwerdeya xwe ya siyasî û leşkerî domand.

Li Helebê keçên nav PKKê de di malek bi kirê de bûn, li derdora Efrînê nêzî bîst kadroyên PKK di maleke mezin de hatin bicihkirin.  Berpirsiyariya vê komê dabûn Alî Ozansoy.  Bi heman awayî di bin berpirsyariya Murad Karayilan de derbasî Kobanî bûn.  Bi plan bû ku Karayilan li vir bû.  Serpêhatiyên xwe  ji Endamên PKKê re digotin û bi tayebt yên di warê qaçaxçîtiyê de yê li ser sînorê bakûr û rojavayê kurdistan ku wî baş nas dikir.  Ev yek jî Îbrahîm di pirtûka xwe de teqs kiriye û berdewamî di axive û dibêje dema ku Murad Karayilan ( Cemal) ew bir mala ku lê diman, wî dît ku ode tijî mayinên teqemenî ye.  Wî PKK hînî rakirina Mayinan dikir û ji bo ewlekarî û bikaranîna zeviyên mayinkirî berpirsiyar bû.

Îbrahîm diyar dike çawa hewl dane ku ciwanên kurdistana Sûrî jî tevlî van çalakiyan bikin.  Di vî warî de PKKê piştgirîyeke mezin ji Kurdên li Rojava dît.  Di rojên dawî yên Nîsana 1983an de dema ku Îbrahîm Aydin ji Kobanî vedigeriya Helebê, Cemîl Bayik (Cuma ) ku ji Şamê hatibû silav kir û got divê ew vegerê Şamê û  Ocalan li benda wî ye.

Dema Îbrahîm ji Cemîl Bayik pirsî ka çi bûye, got: “Çepelin, mirovên bêşeref, dema diçin Ewropayê xwe şaş dikin.  Hem Semîr hem jî Şoreş li gorî mejî û şêwaza jiyana xwe tevdigerin, ne li gorî xebata rêxistinî ya partiyê.”  wî jimar berdewam dikir.  Li ser pirsa “Çima Îbrahîm Aydin”, wî bersiv da “Ew dixwaze ku hûn biçin Almanya”.  Destpêk û destwerdana yekem a dozên ku wê di dîroka PKK’ê de bi navê ‘Bûyera Semîrê’ dest pê bike.  Bi vî rengî Siyaseta xwe di meşandin, çi mirovê ne li gorî nerîna Ocelan be, bi bêşerfî bête xuya kirin di nav konseya PKKê de

Îbrahîm Aydin bi gotina ku ew ne alîgirê çûyînê ye, dest bi amadekariyên xwe yên ji bo prosedurên burokratîk ên pêwîst kir, çengo ev biryara partiyê bû, ew ê li gorî wê bisekine, ji ber ku bi hizirkirina ku biryarên şaş bi yekalîkirina bargiraniyê dibe. Ew ji agahiyên li ser bûyerên dûr bû û  nizanibû.

Ji ber vê sedemê, helwesta wî zelal dibe di pirtûka wî de di bêje : pêwîst e zincîra bûyerên ku me û bi vî awayî partiyê gihandine qonaxeke weke bûyera Semîrê, beriya destwerdana Ewropayê, were ravekirin, da ku mijar baştir were famkirin.

Pustên heman beş