Ji Êzdiyekî Şengalê bangewazek ji tev Êzdiyan re

pkk-sinjar-yazidi

Yek ji êzdiyên Şengalê bi rêya pêgeha Darka Mazî nameyek vekirî ji tev êzdiyan re dişîne û têde banga êzdiyan dike ku ji wê xewa ku têde ne şiyar bibin û rastiya PKKê bi çavên xwe bibîn.

Name bi vî awa ye:

Hemû siloganên PKKê derbara rizgarkirina Kurdistanê û alîkarîkirina Êzdîyan bi derew derketin û tev kiryarên wê berevajî gotinên wê derketin, li şûna dengê doza gelê kurd bigehîne cîhanê dest bi karên terorîstî kir û zirarek yekcar mezin gihand her çar perçeyên Kurdistanê û raya giştî ya civaka Navdewletî derbara pirsgirêka gelê kurd bi awayekî xerab Guhert…

Li şûna hewl bide tawana mezina dijî Êzdiyan hatî kirin bi jenosîd bide naskirin, berê kesên êzidî yên di nava refên xwe da karên xerab, ji bo reşkirina wêneyê Êzdîyan û têkilkirina wan di nava karên xwe yên terorîstî de nek dijî dagîrkarên Kurdistanê belku dijî ezmûna desthilatdariya Başûrê Kurdistanê, li şûna hewl bide bi alîkariya hêzên pêşmerge Şengalê vegerîne hembêza Kurdistana dayik rabû alîkariya Îranê û Hizbulah û heşda şebî kir ji bo qutkirina Şengalê ji Herêma Kurdistanê, û behane jibo Tirkiyê dirustkirin daku berdewam êrişî Şengal û Herêma Kurdistanê bike.

Bi vî awayê ku niha bi Herêma Kurdistanê û Şengalê tev digere, PKKe bûye girêyek Penceşêrê û êşeke yekcar mezin dide gelê me, loma li ser tev kesên bi propagandayên PKKê hatine xapandin pêwîst dike bi zûtirîn dem dev ji rêzên wê berdin û bi dengekî bilind kiryarên wê yên terorîstî şermezar bikin….

Li dema ku Daiş êriş kirî ser Şengalê û li dema hatina PKKê, gelê me digo raste (xwîn nabe av) loma ew li hawara me hatine, me fêm nedikir PKKê jî dixwest milk û malê Êzdiyan yê jiber Daişê mayî talan bike û li ser endamên xwe parve bike û li ser gund û komelgehan de bigrin û ew çiyayê ku bi dirêjahiya dîrokê bi keleha berxwedanê dihat naskirin kir cîhê çandina madeyên hişber û çûna wî çîya ji êzdiyan re heram kir,  PKKê bi dehan kur û keçên Şengalê tevlî rêzên xwe kirin û piştre ew keç û kur dan kuştin da ku malbata wan bi xwe ve girê bidin, PKKê bi sedan zarokên êzdî xapandin û revandin çiya da ku wan bikin pûş û dar ji boy agirê şerê xwe yê bê fêde û qazanc re….

PKKê zirarek herî mezin gihandiye rewişt û tîtall û urf û adet û rêûresmên Êzdîyan, ji bo îsbat kirina vê yekê jî rola xeraba kanalê wan ê telefizyonî yê bi navê Çira TV li pêş çavên tev xellkê ye ……

Niha û piştî tev kar û kiryarên wan ên qirêj xweya bûy û ji xelkê re diyar bûy ku PKKe dardestê dujminên Êzdîyan û tev Kurdistaniyan ne, û dixwazie pêtir xelkê di nava qirêja xwe da niqûm bikin û her kesê bi dest wan ket bibin zinarên mirinê û palekê li wan bidin û wan bikujin, liser me hemûyan pêdvî dike bibin fakterê xêrê ji bo hişyarkirina gelê xwe yên ku hêjan li ba PKKê ne û bahwer bi derewên PKKê dikin, daku îro pêş sibe refên wan bi cî bihêlin û dest bi jîyaneke nû bikin…

Bi Kurtasî, kar û kiryarên PKKê yên li Kurdistanê bi giştî û yên li Şengal û çiyayê wê di van demên rabûrî de kirîn baştirîn belge ne ku PKKe çêkiriya destê dujminên kurde, PKKe darê di destê dujminên Kurdistanê de ye û hevsarê wê di destê dagirkerên Kurdistanê de ye, loma pêwîste ti kes bi derew û siloganên wê yên sexte neyê xapandin.

Pustên heman beş