Dema mirov di pencereya Kurdistanî re li bûyera binêre !

Dema mirov di pencereya Kurdistanî re li bûyera binêre !

Dara Bilek

Tirkiye û bakurê Kurdistanê ketiya di nava pêvajoya hilbijartinan de û rojane wek ku dê sibehî hilbijartin çêbibin her aliyek li gora xwe hesaba dike û piraniya daxûyaniya û gotubêj di vê çerçoveyê de ye.

Li welatên wek Tirkiye di pêvajoya hilbijartinan de tu bihayê gotina tuneye. Ji ber ku her alî çi dibêje bila bêje piştî hilbijartin dawî tê, herkes pişta xwe dide gotarên xwe û sozên dayîn. Ev ji salên 1946ê pêve bi vî awayiye. Ji ber vê yekê tu ehtubara piraniya siyasiyan di vê derbarê de tuneye.

Niha piraniya aliyên siyasî di pencereya xwe de li pirsgirêkan dinêrin û pirsên heyî şirove dikin, herweha hev jî di vî çerçoveyê de rexne yan jî tawanbar dikin.

Lê em dema wek kurd di pencereya Kurdistanî de,  destxistina mafên netewî pîvan bigrin, gelek tişt têne guhertin û dîmenek taybet li Tirkiye derdikeve pêşiya mirov.

Hemî partiyên siyasî di dema hilbijartinan de behsa pirsa Kurd dikin û li gora wê jî hewldidin dengê Kurda bidestve bînin. Ji aliyek din ve hinek partiyên bi navê kurda tevdigerin û serî de jî HDP di vê pêvajoyê de li gora xwe pirsa Kurd dikin derincikek û berjewendiyên xwe yên rêxistinî û kesayetî bingeh digirin û tevdigerin.

Ji berî demekî hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş nameyek derxist û ew name di rojenemeya Internetî T24ê de hate weşandin. Demirtaş wek serokê partiyek Tirkê Kemalist pêşniyara dike. Beşek di nameya xwe de behsa prosesa hilbijartina dike û bangî hêzên wek xwe dike û dibêje ji bo em vê desthilatê biguherî divê bi akilane tevbigerin û dest bidin hev. Demirtaş pävanên destdanahev jî eşkere dike û dibêje: Ji guhertina mezin re amadebin.Bila herkes destbide hev û li tenişta hevudin bisekine. Pîvana me ya hevbeş `Cumhuriyeta Demokratik` e. Malama ya hevbeş Tirkiye ye. Dewleta me ya hevbeş Cumhuriyeta Tirkiye ye.

Demirtaş behsa ji nû ve avakirina Tirkiye dike û dibêje ku, em Tirkiye li ser hîmên cumhuriyetê ji nûve avabikin û demokrasiyek rasteqînî bînin Tirkiye. Demirtaş beha Kurdistanê û mafê Kurda nake. Ji ber ku, dema te got TC dewleta me ya hevbeşe, ne hevceyê tiştek din bê gotin.

Di serî de CHP , çepên Tirk û Kemalistan pişgiriyek mezin dan vê gotara Demirtaş. Başe em wek Kurd dema ku, destkeftiyên netewî wek pîvan qebûl bikin û pencereya Kurdistanî de vê yekê binirxînin, gerek helwesta me çibe? Ev xala herî girînge ku, em dîtina xwe bi awayek zelal bê ku tu berjewendiyekî bingeh bigrin helwesta xwe diyar bikin.

Hingê em çewe aliyên ku, heyina Kurda inkar dikin, ew dewleta ku hîmên wê li ser inkar û imha Kurda hatî awakirin diparêzin şirove dikin , divê gotara Demirtaş jî bi heman awayî şirove bikin û bibin xwedî helwest.

Li vê derê pîvan, gotarên li dijê destkeftiyên kurda û xwedî lê derketina dewlata Cumhuriyeta Tirkiye ye.

Pustên heman beş