Çavkaniyekî agahdar aşkera kir, roja yekşemê şandeyekî PKKê li Şam a paytexta Sûriyê li gel berpirsên îstixbarata rejîma Sûriyê civiya û civînên wan jî derbarê rewşa navçeyên bin desthilata PKKê û hebûna rejîmê ya li Rojavayê Kurdistanê de bûye.
Heman çavkaniya agahdar ku nêzîkî Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)ê bû ji BasNewsê re ragehand: ‘’Vê dawiyê şandeyekî PKKê bi serokatiya Sebrî Ok serdana Şamê kir û li gel berpirsê payebilind a ewlehiya îstixbarata rejîma Sûriyê Elî Memlûk civiya ye û li ser rewşa navçeyên bin desthilata PKKê û rejîma Sûriyê yên li Rojavayê Kurdistan û Helebê gotûbêj kirine.’’
Herwaha got: ‘’Herdu alî rêkeftine ku rewşa navçeyên bin desthilata wan de ye aram bikin û li gor rêkeftina berê ya di navbera wan de kar li gel hev bikin.’’
Vê derbarê de çalakvanê mafnas Mehmûd Elo ji BasNewsê re ragehand: ‘’PKK, ji bo yek kêliyekî jî pêwendiyên li gel îstixbarata Sûriyê qut nake.’’ Û got: ‘’Gelek rêkeftin derbarê wan navçeyan kirine û ji bo qewitandina çalakvanên kurd ên neyarê rejîmê rêkeftina wan heye.’’
Herwaha dibêje: ‘’PKK li gor rêkeftina li gel Sûriyê, dem dema çalakvanên kurd ên opozîsyona Sûriyê radestî rejîmê dike, gelek nimûne jî hene, nav wan de jî rêveberê PDK-Sê Ebdulrehman Apo ye ku radestî rejîmê kirin.’’
Elo got: ‘’PKK û rejîma Sûriyê pêwendiyên wan ên bazirganî û pîşesazî jî navbera wan de heye, dayîna sotemenî bi îdareya xweser û herwaha milîsên ser bi Enqere bi rêya bazirgan û qaçaxçiyan ve wan karan dikin.’’
Wî çalakvanî got, PKK miriyê pare û dewlemendiyê ye. Ew jî di berjewendiya rêveberiya Qendîlê de ye û ti tiştekî ku girêdayî kurdbûnê hebe ew tişt li gel PKKê ne giring e û mijarên serekî nîn.’’