HSD ê derbarê gefa Serokomarê Tirkiyê daxuyaniyek da

HSD ê derbarê gefa Serokomarê Tirkiyê daxuyaniyek da

Navenda Ragihandina HSDê, derbarê gefa Serokomarê Tirkiyê û egera destpêkirina operasyonekê li ser Rojavayê Kurdistanê de da xuyakirin, “Ti guhartinên stratejîk di belavkirina hêzên navnetweyî yên garantor li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tune ne.”

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hat: “Ti guhartinên stratejîk di belavkirina hêzên navnetweyî yên garantor li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tune ne. Germkirina rewşê û nîşandana hêzê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve di çarçoveya hewldanên derbekirina îstîqrarê de ye, her wiha armanca dagirkeriyê jinûve zindîkirina DAIŞ’ê ye.”

Her wiha di daxuyaniya HSDê de hat gotin: “Hêzên me asta gefên dewleta Tirk ên aktîf û pêşbîn li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lêkolîn dikin û agahiyan bi hêzên navneteweyî yên garantor re parve dikin.”

Ev daxuyaniya HSDê piştî wê tê, Serokomarê Tirkiyê duhî dabû xuyakirin, plana wan a avakirina herêmeke bi 30 kîlometre kûrahî li Rojavayê Kurdistanê berdewam e û ew ê roja Pêncşemê di civîna Encûmena Asayîşa Neteweyî ya Tirkiyê de biryarê bidin.

Pustên heman beş