Di heman rojê de KCK’ê û Xezalî gef li Hewlêrê xwarin

kck-pkk-xazali-qais-kurdistan-arbil-erbil-hawler-kurd

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê û Serokê Tevgera Esayîp Ehil El Heq Qeys El Xezelî, heman rojê gef li Hewlêr kirin. Tê gotin ku ne tesaduf e van her du tevgerên tûndrew di yek rojê de gefan li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, ev yek hevrêzî û hevpişkîya di navbera wan de nîşan dide.

Ji Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê gefa kaos derxistinê

Daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê di çapemeniya girêdayî PKK’ê de hat weşandin. Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku bi hinceta bûyera Zekî Çelebî ya Silêmaniyê ti tedbîr nehatine girtin û ji van bûyeran hêzên herêmî berpirsyar in. Li gel ku der barê bûyerê de hê tu delîl tune û lêpirsîn didomin jî, medyaya ser bi PKK’ê ve xwest PDK’ê tometbar bike. Bi rastî jî bi parvekirina wêneyekî ku ne diyar e ji ku hatiye kişandin, ragihandina PKK’ê got ku kujerê bûyerê reviyane Hewlêrê. Bi vê nûçeya derew mebesta wan manîpulekirina raya giştî bû.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê bi awayekî vekirî ragihand ku ew ê mafê xwe yê tolhildanê bi kar bînin. Di daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê de hat gotin, “Mafê her kesî heye ku ewlekariya xwe bigire û tolê xwe hilde.” Piştî vê hevoka provokatîf di berdewamî de hat gotin ku “Divê bê zanîn ku em ê ji encamên bûyerên ku rûbidin yên muhtemel ne berpirsyar bin”.

Planên gemar yên li ser Hewlêrê tên kirin

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê ku bi daxuyaniyên xwe yên provokatîf gelek caran tê rojevê, komîteyek li navenda bajarê Silêmaniyê ye. Bi taybetî jî bi îstixbarata YNK’ê û Lahûr Cengî re têkiliyên wan nêzîk ve hene. Ji bo ku ev şebekeya peywendiyan bihêztir bibe, gelek caran nakokiyên di navbera Hewlêr Silêmaniyê de gûr dike û dibêje em alîgirê Silêmaniyê ne.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê di daxuyaniya xwe ya dawî de îfadeyên wekî “Silêmanî navenda ronakbîriya Kurdan” bi kar anî, Hewlêrê jî weke “navenda qatilan” destnîşan kir.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê di daxuyaniyê de li şûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotina Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi kar anî.

Berê Berteka di din Hewlêrê

Her çendî derbarê kujerên Zekî Çelebî çi agahî yên rast ango kî ew kuşt, çima kuşt, kujer çûye kuderê nehatibe girtin jî, medyaya PKK’ê wêneyek weşand û xwest hem lêpirsînê, hem berê girseyê û hem jî malbata Zekî Çelebî wekî “Kujer reviyane Hewlêrê” manîpule bike. Hewlêrê tometbar bikin. Her çendî bûyer li Silêmaniyê rû da jî, rastî gefa tolhildanê bo Hewlêrê xwar û tîrên xwe li Hewlêrê zivirandin. PKK’e û dewleta Tirk di gelek mijaranda weke weledê yêk makê ne. Kî derê bûyerek rû bide dewleta Tirk Kurdan tomet bar dike. Heman tişt li cem PKK’ê jî heye kî derê bûyerek biqewime PKK’e di bêje PDK’ê kir. Ev yek destnîşan dike ku PKK û TC biramakên hevin.

Daxuyaniya hevwext a Qeys El Hezelî û KCK’ê

Di heman rojê de ku KCK’ê gef li Hewlêrê xwarî, hêzekî din jî gef li Hewlêrê xwar. Serokê Tevgera Esayîp Ehil El Heq Qeys El Xezelî.

Nûçeya ku Qeys El Xezelî gef li Hewlêrê xwariye ji aliyê çapemeniya PKK’ê ve hat weşandin. Xezelî ji di bernameya Ahd TV de îdia kir ku MOSAD li Hewlêrê ye. gefên ser Hewlêra paytext li heman navenda Dije-Kurd tên meşandin.

Di nûçeyê de hat îdiakirin ku Qeys El Xezelî gotiye “Hewlêr bûye navenda hêzên çekdar ên neqanûnî û ev hêz wê niha dest bi êrîşê bikin”.

PKKe Li Iraqê bi hevalbendiya grûpeke leşkerî û siyasî a Şîe ya girêdayî Îranê ku Qeys El Xezelî di nav da ye, tevdigere. Ev grûpa Şîe li Kerkûk û Şengalê hêzên leşkerî yên hevbeş hene. Peywendiyên di navbera PKK’ê û pêkhateya Şîe ya Iraqê de ku di sala 2013 an de li aliyê Îranê dest pê kiribûn, niha di asta şirîkatiya stratejîk de berdewam dike. Armanca vê şirîkatiyê jî ji nav birina statuya Herêma Kurdistanê û Herêma Kurdistanê biken beşek ji siyaseta Îranê.

Li ser vê hevpeymaniya PKK’ê û Heşda Şeibî û êrîşên Heşdî Şeibî yên li ser Hewlêrê, tê fêmkirin ku ne tesaduf e gefên KCK’ê û rêberê Şîe Xezelî bi heman rojê rastî hev bihên.  Xuya ye di rojên pêş de PKK’e û grûpên Şîa dê êrîşên xwe yên li ser Hewlêrê zêdetir bikin. Heşda Şeibî bi mûşekan, PKK’e jî bi suîqast û sabotaja wê li Hewlêrê alozîyan derbixin û Hewlêrê ber bi kaosê ve kaşbikin.

Pustên heman beş