Çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” zaroyek din jî revand

Çeteyên bi navê"Ciwanên Şoreşger" zaroyek din jî revand

Tevgera “Ciwanên Şoreşger” ya ser bi PKKê ve, zaroyek din a 14 salî li bajarê Qamişlo revand.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Rojava Kurdistanê eşkere kir, roja 19/5/2022yan zaroka bi navê “Hêlîn Mûsa” ya 14 salî dema ligel birayê xwe da li dibistanê vedigera malê, ji aliyê çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” ku ser bi rêxistina PKKê ne hat revandin.

Çavkaniyên me eşkere kir, dema ev keç li ezmûna dibistanê ya pola heştan ya dibistana “Zekî Elersûzî” bi birayê xwe yê bicûk re ku li pola pêncê ya dibistanê ye vedigere mala xwe, ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve tên xapandin û wan dibin avahiyê “Bajarê Ciwanan” ku dikeve hember parka giştîya Qamişlo û paş derbasbûna 1 saet ew ber bi ciyek nediyar revand û birayê wê jî ji avahiyê xwe derkir.

Çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” fermanên xwe rasterast ji PKKê werdigirin, erka sereke ya van çeteyan eve ku ciwanên kurd birevînin û di berjewendiya PKKê da wan bidin şuxilandin.

Pustên heman beş