PKKê dîsa mekîneya derewan da şuxilandin

PKKê dîsa mekîneya derewan da şuxilandin

Rêxistina PKKê îro makîneya derewan lêxist û wusa gurr kir bi awayekî ku gotiye tenê di 24 saetên derbasbûyî de, çekdarên wê 24 leşkerên tirk li Zapê kuştine û 3 helîkopter jî êxistine.

HPGe ku baskê leşkerî yê PKKê ye, îro roja yekşemî 29\5\2022 daxuyanî daye û eşkere kirîye ku ji duh roja şemî çekdarên wan 24 dagîrkerên tirk li Zapê kuştine û herweha 3 helîkopter derb dane û êxistine.

HPGê ev yêk gotîye û hemwext kuştina çekdareka xwe ya di temena zaroktiyê de jî ragihandiye.

Li gorî PKKê ji 17 Nîsana îsal 2022 û destpêkirina operasyona Tirkiyê ya bi navê “Pence – Kilîl”, çekdarên rêxistinê nêzî 800 leşkerên tirk kuştine û 11 helîkopterên cengê yên artêşa Tirkiyê êxistine!!.

Pustên heman beş