Provokasyona kuştina 2 zarokan li Bamernê bi hevkariya PKK û dewleta Tirk pêk hat

Provokasyona kuştina 2 zarokan li Bamernê bi hevkariya PKK û dewleta Tirk pêk hat

Tevî hemû berevajî kirina medyaya PKK ê, bûyera Bamernê ku di 26 ê Gulanê de ru day û di encamê de 2 zarok hatin e kuştin, ji encama komploya hevbeş a PKK û dewleta Tirkiyê li dijî Herêma Kurdistanê ye. Her du alî jî dixwazin Herêma Kurdistanê û Pêşmerge tevlî şer bikin.

Her du alî jî bi awayekî eşkere û nerasterast dijminatiya destkeftên Kurdan li Herêma Kurdistanê dikin. Ji her du aliyan ve jî naxwazin Kurd xwediyê sîstema Îdarî ya xwe bixwe rêvebirin û aboriyeke bandorker bibe, evca Herêma Kurdistanê dorpêç dikin. Her du hêz PKK-Tirk weke hêzên dijber xweya dikin, lê di rastî de armanca wan yek e û têkbirina destkeftên herêma Kurdistanê ne. Tişta ku li Bamernê qewimî tenê nîşaneya vê rewşê ye.

Li Bamernê çi qewimî?

Devera ku şêniyên gundê Zêwa Serî yê eşîra Nêrweyî roja Pêncşemî di seyrangehê de kom bûbûn hat bombebarankirin. 2 km dûrî cihê seyrangehê baregeheke leşkerî ya Tirkiyê heye. Hêzên PKK ê bi topê hawanan êrîşî baregeha ku du kîlometran dûrî qada geştîyaran e kir. Dewleta Tirk jî bersivê dide hawanan. Di encama gulebarana hevdu de çeka ku ji teref PKK ê ve hat avêtin di nava xelkê sivîl de diteqe. Her çiqas PKK dibêje ku topa ku hatiye avêtin ne aîdî wan e jî, him ji aliyê raya giştî û him jî ji aliyê saziyên fermî ve daxuyanî hat dayîn ku PKK ê top avêtine. Bi rastî, nîqaşa rastîn ev e ku çima şer di nav niştecîyên sivîlên li tenişta Bamerne de hate kirin, ne ku top aîdê kî ye an ne kî ye.

Herî baş muxtarê nahiya Bamernê bûyer ravekir

Muxtar: “Plana PKK û Tirkiyeyê ew e ku şerê xwe kaşî nava me bikin”

Muxtarê gundê Zêwe Serê piştî bûyerê ji çapemeniyê re axivî.

“Em xelkê gundê Zêwa Serî ne, em Nêrweyî ne. Ev 32 sal in gundê me û devera Nêrwe-Rêkanê di bin destê Tirkiyê û PKK ê de ye. Dema em lê dinêrin em dibînin ku PKK û Tirkiye her du jî xwedî yek plan in û roj bi roj şer dixin nava xelkê me. Em bi salan ji gundê xwe koçber bûne. 4 sal in gundiyên me dixwestin werin cem hev û bi hev re seyranekê bikin û hev bibînin. PKK ê sê top avêtin qereqola Tirkiyê. Wan jî bersiv da. Bêguman ew dijmin in, kî bimire ji bo wan ferq nake.”

Gundiyên ku ev 32 sal in ji ber şerê PKK û Tirkiyê de mexdûr bûne û neçar mane ji gundê xwe koç bikin û ji Şêladizê heya Dihokê bicîh bibin, dîsa bûn qurbaniyên heman şerî.

Pirsgirêk ne ew e ku kê top avêtiye, pirsgirêk ew e ku PKK û Tirk Çima şer xist nava gund û kolanên Başûrê Kurdistanê

Tişta ku ji nîqaşa kê top avêtîye girîngtir ev e ku weke muxtarî jî destnîşan kir ku “PKK û Tirkiye dixwazin şer bixin hundirê me.” Belê, dewleta tirk dewletek e ku li ser tunekirin û tunehesibandina kurdan ava bûye. Ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li parçeyên din ên Kurdistanê jî li dijî hebûna kurdan e. Hemû êrîşên wan yên li ser Başûrê Kurdistanê û Rojava parçeyek ji vê êrîşê ye. Ji ber vê yekê jî tê fêmkirin ku dewleta Tirk dijmin û neyarê Kurdan e û ew ji kuştina me têr nabe. Li vir yê ku em hesap jê bixwazin PKK ye.

Kiryarên PKK ê yên ku wê bibe sedema mirina Kurdan û ya girîngtir jî aliyê rê li ber tevgerên stratejîk ên dewleta Tirk vedike PKK ye. Heya niha PKK ê bi kar anîna navê Kurd û Kurdistanê mifayek mezin gihandîye dewleta Tirkîyê. PKK’e navê Kurd û Kurdistanê bikartîne lê destkeftî ji dewleta Tirk re aniye, ne ji Kurdan re.

PKK ê Pêngava 1 ê Hezîranê ne li dijî dewleta Tirk, li dijî Herêma Kurdistanê da destpêkirin.

Rakêşana şerê PKK ê bo Başûrê Kurdistanê parçeyek ji plana dewleta kûr e. Ev plan ji dema bidawîkirina şer di 1 ê Îlona 1999 an û vekşandina hêzên xwe ji derveyî sînorên Tirkiyeyê ve dest pê kiriye. PKK ê di sala 1999an de li ser daxwaza dewleta Tirk û bi talîmata Evdila Ocelan hemû hêzên xwe yên di nava Tirkiyeyê de anîn Başûrê Kurdistanê. Bicihkirina hêzên PKK ê li herêmên Qendîl û Behdînanê jî di çarçoveya vê plana dewleta Tirk de pêk hat.

Di 1 ê Hezîrana 2004 an de PKK ê dîsa dest bi şer kir. Fermana PKK ê ya ji nû ve destpêkirina şer jî ji Îmarliyê hat. Ev jî dîsa li ser daxwaza dewleta Tirk bû. Sala 2004 an ew sale ku Başûrê Kurdistanê weke Herêma Kurdistanê fermî hate qebûlkirin.

Dewleta Tirk weke Herêma Kurdistanê beşdarbûna Kurdan a di nava siyaseta cîhanê de qebûl nedikir, ala Kurda weke paç, rêveberiya Kurd weke dewleta eşîretî û siyasetmedarên wê jî weke axayên eşîr bi nav dikir. Tenê ji ber rastiya herêmî û aborî neçar maye ku pêwendîyan bi herêmê re çêbike. Heman tişt ji bo PKK ê Ji derbas dibe. PKK ala kurdistanê qebûl neke. Wek alternatîfa heber hikûmeta Herêma Kurdistanê, li herêmên çiyayî bi navê herêmên Parastina Medya rêveberiyek ava kir û îlan kir. Devê PKK ê ba nagire bibêje Rêveberiya Herêma Kurdistanê, ew dibêje rêveberiya PDK ê.

Di her qonaxeke xeternak de ku Herêma Kurdistanê tê de jiyan kiribe de, em dikarin hevkariya PKK û dewleta Tirkiyê li ser Herêma Kurdistanê bibînin. Medyaya herdu aliyan jî heman şêwazê dijminkarî bi kar tîne.

Davên pêşîya Herêma Kurdistanê

 Bihara Erebî ew sîstema sedsala 20an de ava bûyî, di siyaseta Rojhilata Navîn de guherî, li hember Herêma Kurdistanê xefik hatin danîn. Ev xefik gav bi gav hatîye çêkirin. Ev xefik Herêma Kurdistanê neçar dike ku şerê PKK an jî dewleta Tirk bike. Li gel vê xefika ku di deh salên dawî de her ku diçe tê teng kirin jî, Herêma Kurdistanê ji vê rewşê xwe dûr hêla ye.

Ti sedem nîne ku Herêma Kurdistanê li aliyê PKK ê li dijî dewleta Tirkiyê şer bike. Tiştekî wiha dê ji kurdan re windahiyên mezin bîne. Wateya wê yekê ew e ku Herêma Kurdistanê bi destên xwe pozîsyona ku bi têkoşîna sed salan bi dest xistiye winda bike. Kesê herî nezan jî dizane ku dema şerekî wiha derkeve wê tankên Iraq, Îran û Tirkiyê ber bi Hewlêrê ve pêş ve biçin. Bi kesên ku bazirganîya hêvîyê dikin re tifaqa netewî û yekitiya netewî nabe. Yên ku dixwazin Herêma Kurdistanê di bin navê yekîtiya netewî û parastina Kurdistanê de şerê Tirkiyê bike, yan xayînên bi zanebûn in yan jî ji aliyê siyasî ve nezan in.

PKK dibêje “eger hûn şerê dewleta Tirk nakin, werin şerê min bikin” dixwaze Herêma Kurdistanê provoke bike. Van du salên rabûrî de bi şehîdkirina Pêşmergeyan, bi suîqastên sîyasî û bi karanîna zimanê dijminatî dixwaze vê yekê bike. Herêma Kurdistanê jî nehat vê lîstika qirêj. Ji şerê bi PKK ê re dûr dikeve. Eger Herêma Kurdistanê xwest bikeve şerekî wiha, îmkanên wê hene ku nefesa PKK-ê çik bike. Di 26 ê Nîsanê de girtina cebilxaneyên PKK ê ji aliyê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ve û eşkere kirina wan ji bo medyayê, pêşî li hinek bûyeran girt. Parlamentoya Kurdistanê dikare bicive û PKK ê weke rêxistineke terorîst îlan bike. Lê yek ji van jî nehat kirin. Ji ber ku Herêma Kurdistanê baş dizane ku şerê li dijî PKK ê dê zirarê bide kurdan jî.

Bi bûyerên ku di sala 2004 an de dest pê kirin û li sêgoşeya Herêma Kurdistanê, Tirkiye û PKK ê qewimîn, bi taybetî di sala dawî de, tê piştrastkirin ku PKK û dewleta Tirk li ser heman raman û stratejîyê li hev dicivin. Li Kurdistanê meşandina siyaseta dij-kolonyal bi axaftinên ajîtîf ên weke yekîtiya netewî, dijmin, qehremanî, berxwedan, serketin û tolhildanê nayê kirin. Di bûyera Bamernê de kî top avêtiye, tirk dijmin in, bi axaftinên wiha em nikarin şîrove bikin. Rastî ev e ku ev bûyer ji her alî ve provakasyonek e. dijminkarî ye li hember gelê Başûrê Kurdistan ê.

Pustên heman beş