Armanca operasyona nû ya Ardogan dagîrkirina Tel Rifat û Kobanîyê ye

kobani-kurdistan

Her ku diçe operasyona çaverêkirî a artêşa Tirkiyê bi pişitgrîya komên wê yên çekdar yên bi navê «Artêşa Nîştimanî a Sûryê» nêzîk dibe. Armanca êrîşa vê carê, dagîrkirina Kobanîyê û Tel Rifat ê ye

Artêşa Nîştimanî a Sûryê got ku ew amade ne ku beşdarî her êrîşekê bibin ku Tirkîye li dijî YPGê li bakurê Sûrîyê encamp bide.

Enqereyê ji sala 2016an ve 3 êrîş li Rojava Kurdistanê pêk anîne, bi sedan kîlometran zevî girtine û bi kûrahiya 30 kîlometran ketine d xaka Rojava de, operasyonan Yekîneyên Parastina Gel YPGe armanc girtine.

Çavkaniyên îstixbarata herêmî eşkerekirine ku Enqereyê herî kêm 18 hezar leşker li hundirê Sûriyê hene.

Heftiya borî, serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan got ku Enqere dê di demek nêzîk de dest bi operasyonên leşkerî yên nû li ser sînorên xwe yên başûrî bike, ji bo ko navçeyên ewlehiyê bi kûrahiya 30 km bên avakirin.

Armanca Êrîşî

Efserekî di hêzên opozisyona Sûriyê de got ku armancên sereke yên êrîşê Tel Rifat û Kobanîyê ne ku girtina wan dê rê bide Tirkiyê, navçeyên jêr kontirola xwe li Bakurê Sûryê bi hev ve girêbide.

Du çavkaniyên opozisyonê gotin ku hefteya borî Tirkiyê, beşek ji dîwarê betonî li nêzîkî Kobanî hilweşand, ku Enqerê li dirêjahiya 911 km li sînorê bi Sûriyê re çêkiribû, bi mebesta derbaskirina leşkeran bo nav bajarên sînor.

Helwesta Amerîkî

Berî niha Amerîka, bi rêya peyvdarê wezareta derve Ned Price, nîgeraniya xwe ya mezin derbirî li ser daxuyaniya Erdogan ku dibêje, welatê wî dê di demek nêzîk de dest bi operasyoneke leşkerî ya nû li Bakurê Sûriyê bike ji bo avakirina “herêmeke ewle” bi kûrahiya 30.

Ji aliyê xwe ve, serokomarê Tirkiyê tekez kir, ku Enqere ji bo destpêkirina operasyoneke leşkerî ya nû li Sûryê, li benda “destûra” Amerîkayê namîne.

Pustên heman beş