Di meydanê de em têra xwe hene, dijimin têkçûye!!

Di meydanê de em têra xwe hene, dijimin têkçûye!!

Rêxistina PKKê weke her roj, îro jî wêneyên 3 ciwanên nû temena zaroktiyê temam kirine parve kir ku çend rojan berê bi destê artêşa Tirk dane kuştin.

Rêxistina PKKê îro roja çarşemî 1\6\2022ê nasnameya 3 ciwanên din yên Kurd eşkere kir ku li 25 gulana îsalê li herêma Zapê ya Başûrê Kurdistanê bi destê artêşa Tirk ya dagîrker dane kuştin.

PKKê tam agahî li derbarê wan îfşa kirine, lê belê tu amaje bi temena wan nekirîye, ji bo ku tewana revandin û bi kuştin dana zarokên Kurdan li ser wê tesbît nebe û tenê gotîye ku ew milîtanên Apo bûn, ew li ser xeta fedayî ya Apo di meşyan!!.

Medyaya PKKê ku tenê di meha gulanê de herî kêm wêneyên 85 keç, ciwan û zarokên Kurdan yên ku hatine feda kirin, parvekirine, lê belê tevî vê, îro Murat Karayilan fermandarê HPGê li medyaya PKKê derket û axivî, wî got: Em li meydanê têra xwe hene, dijimin têkçûye!!.

Karaykilan û tev lehengên saxte yên rêberên PKKê, qadên şer ji dûr ve jî ne dîtine, ew li cîhên xwe razayne, zarokan dişînin şer û bi kuştin didin û piştire tên li medyayê bas li qehremanîya wan dikin û dibêjin: Ew layîqî Apo derketin!!

Pustên heman beş