Li Efrînê û çend deverên din li dijî Tirkiyê xwepêşandan hatin encamdan

Li Efrînê û çend deverên din li dijî Tirkiyê xwepêşandan hatin encamdan

Li Efrînê û çend deverên din yên bin kontrola Tirkiyê de, gel li dijî qutkirina ceyranê û buhabûna keresteyên jiyanê serî hilda, êrîşî Şaredarî, Rêveberiya Kehrebê û saziyên din yên fermî yên dewleta tirk kir.

Dîmenên ku di medyaya civakî da hatine belavkirin, nîşan didin ku li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan li dijî saziyên tirkiyê hatine kirin û şîrketa elektirîkê ya Tirkiyê li bajarê Efrînê hatiye şewtandin û kelûpelên li nav avahiyê hatine şikandin.

Nerazîbûn ji ber xirabiya rewşa elektirîkê û bilindkirina bihayê elektirîkê û xirabiya rewşa jiyanê pêk hatiye.

Xwepêşanderan dirûşmên li dijî Tirkiyê gotin û yek ji dirûşmên wan ew bû ku bila Tirkiya ji herêmê derkeve.

Herwiha piraniya xwepêşanderan jî ewin ku ji derveyî Efrînê hatine herêmê û li Efrînê nîştecî bûne.

Li gor agahiyên bi sedema van xwepêşandana heya niha kesek hatye kuştin û hindek kesên din jî brîndar bûne.

Pustên heman beş