PKK’ê 6 zarokên din yên Kurda qurbanî demokratîk kirina Tirkiyê kirin

PKK’ê 6 zarokên din yên Kurda qurbanî demokratîk kirina Tirkiyê kirin

Roj naçe ku hin ji zarokên Kurd bi destê PKK’ê nebin qurbanî, PKK’e ji zarokên kurdan re bûye dojeh, dojehek ewqas bi gurr ku ne bi tenê cesedê van ciwanên Kurd dişewitîne, belku kezeba dayik û bavê wan jî dişewitîne.

Qurbanî kirina zarokên Kurd, ji boy “Demokratîk kirina Tirkiya û azadkirina rêberê PKK’ê” didome, herî dawî, navenda ragihandin û Çapemenîya HPGê, nasnama 6 zarokên Kurd eşkere kir ku li Zapê bi destê leşkirê Tirkiyê hatine kuştin.

HPGê, di daxuyaniya xwe de eşkere kir, dewleta tirk êrîşên herî gran dike ser Kurejar, ji ber vê yekê di 23-25gulanê de 6 gerîlayên wan canê xwe ji dest da ne.

Piştî qurbanîkirina van zarokên kurdan, PKK’e weke hertim hatîye û dixwaze bi hêza peyvan malbatên van zarokan bi xwe ve girê bide û bi awayek efsaneyî pesna wan dide, lê PKK’e her çi qas pesna van zarokên Kurd bide jî nayê himber dilopek ji xwîna wan.

Her wiha HPG’e dibêje: “hevalên me Binevş, Rojbîn, Çiya, Bêrîtan, Ronî û Devranên ku her yek ji wan fermandarên pêşeng û zarokên hêja yên gelên me bûn diyar kirin çi bibe jî ewê dev ji heqîqeta berxwedana Apoyî bernedin”.!!

Lê heqîqeta berxwedana Apoyî ew bû ya ku li paytexta Kînyayê nîşandayî û razî nebûy çeka pasewana xwe wergire û li ber xwe bide, dema Ocalan gotî “Ez berxwedanek kilasîk nakim” rastîya Ocalan xweya bû, piştre dema di balefirê da ragihandî, “Dayîka min Tirk e, ez ji bo xizmetkirina Tirkiyê amademe, derfetekî bi min bidin”, her wiha axaftinên wî yên li Îmraliyê tev vê yekê tekez dikin ku Apo ti caran li ber xwe nedaye û mirovek tiresonek e, lewma sûçek mezine PKK’e berxwedana van zarokên kurd weke berxwedana Apoyî binav bike.

Pustên heman beş