Ne PKK li dijî Tirkiyê ye û ne jî Tirkiye dixwaze PKK nemîne

Ne PKK li dijî Tirkiyê ye û ne jî Tirkiye dixwaze PKK nemîne

Endamê serkirdetiya PDKê, Elî Ewnî li ser şer û xirabkariyên PKK û Tirkiyê li Herêma Kurdistanê ji BasNewsê re got, PKK ti tiştekî bo doza kurd nake û naxwaze, ti çareyekê jî bo pirsgirêka kurd û maf û daxwaziyên kurd naxwaze. Berevajî, dema mirov li bernameya PKKê dinêre dibîne ku PKK tenê dixwaze kurd li her çar welatên dagîrker zêdetir blindest be.

Elî Ewnî her wiha got, zêdetirî 400 gund li devera Behdînan ji ber şerê PKKê hatine valakirin. Haya min jê heye li binara Qendîl û deverên din jî heman tişt heye. Sebeba tevahiya van kavilkariyan, PKK ye. PKK Tirkiyê qonax bi qonax dikşîne nav kûrahiya xaka Herêma Kurdistanê. Tirkiye bi vî rengî rûberek mezin li Herêma Kurdistanê dagîr dike. Ev jî xizmeteka mezin e ku PKK pêşkêşî Tirkiyê dike.

Wî endamê serkirdatiya PDKê anî ziman, ne Tirkiye dixwaze PKK nemîne û ne jî PKK li dijî Tirkiyê ye. Belkî mesele dijatîkirina kurd û Kurdistanê ye. Baş e PKK çima xebat û şerê xwe nabe Bakurê Kurdistanê û tenê li vir ziyanê digehîne cotkar û xelkê Başûr?!

Elî Ewnî li ser rêkeftina Şingalê jî got, îradeya Iraqê di destê welatekî din de ye û di mijara paqijkirina Şingalê de jî rûrast nîne. Hikûmeta Iraqê dixwaze Şingal di destê PKKê de bimîne û ev jî bi sûda welatekî herêmî ye. Da ku bikarin ji wir derbasî Sûriyê û Libnanê bibin. Ev jî behaneyan dide Tirkiyê da ku Şingalê bordûman bike û xelkê Şingalê derbider û aware bibin. Lê divê rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin, ji ber ku ti alternatîfek din nîne.

Pustên heman beş