PKKe her roj berê zarokên Kurdan dide mirinê

pkk-zarok-kurd-kurdistan-apo-kck-hpg-zap-npg

Roj derbas nabe ku tewaneke PKKê eşkere nebe, îro jî rêxistinê mirina 3 zarokên din ragihand ku li sibata îsalê bi destê eskerê Tirk li Heftenînê bi kuştin dane.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê, her roj wêneyên komên zarok, keç û ciwanên Kurdan eşkere dike yên ku bi destê eskerê Tirk tên feda kirin, piranî jê li salên berê jiyana xwe ji dest da ne, lê belê PKKe paş derbasbûna salan ji nû tê û dibêje me hevalên xwe fedayên Apo wenda kirine.

Îro roja sêşemî 7/6/2022 HPGê nasnameya 3 Gêrîlayan du jê zarok eşkere kir ku li sibata îsalê li Heftenînê bi kuştin dane.

HPGê tam agahî derbarê wan îfşa kirine, lê belê tu agahî derbarê temena wan nedaye ji bo ku tewana revandina zarokan li ser rêxistinê tesbît nebe.

PKKe ji boy çêkirina şervana pişt bestinê li ser revandina zarokan dike, piranîya şervanên ku tên feda kirin hêjan di temena zaroktiyê yan nû temena zaroktiyê qedandine.

Tenê di meha rabûrî de, medyaya PKKê wêneyên pêtirî 100 keç û ciwan û zarokan parvekirîye ku li ser xaka Başûrê Kurdistanê feda kirîne, PKKe di pesina wan de dibêje ew milîtanên Apoyî ne, hêjan ew zarok bûn wexta wan felsefa Apo fêm kirî!!.

Pustên heman beş