Gelo HPG ketiye qonaxa duyemîn a şerê li dijî Pêşmerge?

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG ê 6ê Hezîranê daxuyaniyeke nivîskî weşand.  Di daxuyaniyê de gef li saziyên Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge hatin xwarin. Di daxuyaniya HPG de gefa “ku wê şerî li tevahiya Herêma Kurdistanê belav bikin” hate xwarin. Rastiyên di navbera rêzikên daxuyaniya HPG ê de jî nîşan didin ku HPG di meha Hezîranê de ketiye qonaxa duyemîn a êrîşên xwe yên li ser hêzên pêşmergeyan.

HPG e ku rêxistina hêzên leşkerî yên ser bi PKK ê ve ne, ev demeke şerekî veşartî li dijî hêzên pêşmergeyan dimeşîne.  Di heyama sal û nîvekê de 13 pêşmerge ji aliyê PKK ê ve hatine şehîd kirin û bi dehan pêşmerge jî birîndar bûne. Herwiha mayîn li ser rêyên Pêşmerge û xelkê sivîl tên danîn, bi  firokevan Dron ve cihên Hêzên Pêşmerge tên keşif kirin û ji 30 ê Gulanê ve 2 êrişên cuda li dijî çeperên Pêşmerge li ser xeta Berwarî ya Gapnêrke hatine kirin. Daxuyaniya HPG nîşaneya wê yekê ye ku êrîşa PKK ê ya li dijî Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge derbasî qonaxa duyemîn bûye û li şûna êrîşên veşartî dê êrîşên vekirî û cûrbecûr bên kirin.

 Baregeha hêzên PKK ê li ku ye?

Di daxuyaniya HPG ê de hat îdiakirin ku li Bakur û Rojhilatê Metîna bi hêzên Çekdar ên Tirk re şerên dijwar rû didin û dewleta Tirk dixwaze başûrê Metîna dagir bike. Her wiha hat gotin ku Serê Metîna, yanî “Beşek lûtkeyên çîyayê Metîna di bin kontrola hêzên me de ye.”

Lêbelê, rewşa pratîkî ya li qada şer vê yekê piştrast nake. Di çi Lûtkeyên Metîna de hêza PKK ê nîne.  Di hinek lûtkeyan de hêzên pêşmerge, li girikên hindavî Zapê jî Hêzên Çekdar ên Tirkiyê cih digirin.  Hêzên Pêşmerge piştî sala 2020an ji bo pêşîgirtina li pêşdeçûna Artêşa Tirk li herêmê hêza xwe bicîh kir. Bi taybetî di sala 2021ê de hêzên Pêşmerge beşekî Çîya ji bo ku şer û pevçûnên di navbera PKK ê û artêşa tirk ji bajaran dûr bixin girtin.

Di şeva 25-26 ê Gulanê de Artêşa Tirk bi daxistina Leşkeran bo çîyayê Metîna Girê Hakkarî, Girê FM û Girê Cûdî girtin. Êdî ti lûtkeyên Metînî di destê PKKê de neman. Dikare bê gotin ku ji bilî yekîneyên biçûk ên PKK ê di çend tunelên li pesarên Çîya de tu hêzên PKK ê li herêmê nemane. PKK ê herêm bi temamî radestî artêşa tirk kir.

 PKK; dixwaze li çîyayê pişta Guherzê, Berçî, pişta Sergelê û Lûtkeya Bakûlkî bi cih bibe

Di warê leşkerî de, ev tê wateya tiştek bi vî rengî. Li xeta Metîna, Zap û Avaşîn cephê paş yê PKK ê nema.  Dixwaze qadên nû ji xwe re veke.  Stratejiya wê ya bingehîn a niha ew e ku şer bigihîne xeta navbera Amêdî û Dêrelûkê. Li ser girê Bakûlkî hindavî bajarê Amêdiyê bi cih dibin. PKK ê sala 1997 jî li wî girî bi topên hewanê li bajarê Amêdiyê dixist. Ev tê wê wateyê ku navenda bajarê Amêdiyê navenda şer e.  Helbet rêveberiya Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge nikarin rê bidin vê rewşê. Navenda bajarê Amediyeyê ji PKK ê re nayê hiştin.

 Ew girên ku ji Pêşmerge dixwazin vekişin wê PKK çi bike?

PKK ji biharê ve girên ku hêzên Pêşmerge lê cî bûne kiriye rojeva xwe û dixwaze Pêşmerge ji wan navçeyan derkeve.  Ji ber vê yekê Berwarî Bala û xeta Amêdiyê-Metîna dixwaze. Wê demê PKK wê li van deveran çi bike?  PKK nekarî ti girekî bigre û biparêze.  Girê Hekkarî, Girê Cûdî ku 40 sal bû di destê PKK ê de, di şevekê de radest artêşa dagirker a Tirk hate kirin. Lê dema ku hêzên Pêşmerge xwestin biçin van herêman, PKK ê ev yek kirin sedemê şer. Ger PKK bicîh bûna pêşmerge li deverê nekiriba sedema şer wê niha artêşa tirk nekatîba Lûtkeyên Kurku û Binavî ya.

Eger hêzên Pêşmerge ji hindek Lûtkeyên Metîna û Berwarî Bala derbikeve û ji bo PKK bihêle wê wan jî radestî Tirkan bike. Ji ber ku parastina herêmê bi kolandina tunel û hiştina çend ciwanan nayê kirin.  Di dawiyê de ew herêm wê bikevin destê dewleta tirk. Lê eger ev herêm di bin kontrola Pêşmerge de bin, artêşa Tirk nikare bikeve wan deran. Niha xelk û siyasetmedarên Herêma Kurdistanê bi ciddî li ser vê yekê radiwestin: “Gelo PKK ji bo ku van deveran jî radestî artêşa tirk bike, dixwaze Pêşmerge vekşin”? Armanca PKK ê ya êrîş birina ser binkeyên Pêşmerge ewe kû pêşîya Artêşa Tirk vewjêre da ku bi hêsanî bikevin herêmê.

PKK e dê êrişî baregehên Pêşmerge yên li devera Nihêlê bike da ku xelkê navenda bajarên Amedîyê, Dêralûk û Şêladizê koçber bike û erdnîgarî ya Nihêlê û Deşta Zê kontrol bike. Rêya Barzan-Soran û Duhokê qud bike. Van deveran jî weke herêma Nêrwe û Rêkan bê mirov bike. Agahiyên ku heta niha bi dest ketine ewe ku PKK ê bi firokeyên Drone çeper û xalên çavdêriyê yên Pêşmerge keşif kiriye û dê di dema pêş de jî bi Dronan êrîşan li dar bixe.  Herwiha di nav wan zanyariyan de tê gotin, ku PKK ê plana êrişên mûşekî û Sûîqasta jî kirîye.

 Stratejîya PKK: “Pêşmergê Kurdistanê provoke bike û bibêje şerê Birakujî

Armanca êrîşa PKK ê ya li ser hêzên Pêşmerge bi provokasyonên li herêmê bi êrîşan ewe ku Pêşmerge bikişîne nava şer. Ev demeke dirêje hêzên PKK ê û Tirkiyê gelek provokasyonan dikin ku hêzên Pêşmerge tevlî şer bibin. Li gel van hemûyan jî, Hêzên Pêşmerge karîbû demeke dirêj bi xeteke hestiyar û hevaheng li ser vê mijarê, tevlî şer nebe.

Di vê helwesta Herêma Kurdistanê û Pêşmerge de roleke mezin a girîngtirîn serokê siyasî yê Kurdistanê Mesûd Barzanî heye.  Barzanî got “Ez şerê birakujiyê ji Kurdan re heram dikim” û rêbaz veguherandîye xeteke siyasî. Heya niha ti berpirsekî Herêma Kurdistanê ji bo destpêkirina şerê navbera Kurdan ti daxuyaniyek nedaye. Lê rêveberên PKK ê bi berdewamî hewl didin êrîşa li ser hêzên Pêşmerge asayî bikin.  Besê Hozat, 3 ê Tebaxê got “Eger PKK û PDK şer bikin ev şer nabe Birakujî” heman tişt Mistefa Qerasû jî 20 ê Tebaxê got; “Bi rastî şerê bi PDK ê re were kirin nabe şerê  birakujî .”

 PKK ji axaftina Parêzgarê Dihokê bêzar bûye

HPG di Daxuyaniya xwe de ji daxuyaniyên parêzgarê Duhokê û rayedarên Wezareta Pêşmerge nerehet xuya dike.  Ji ber ku di daxuyaniyê HPG ê de qala van her du nava tên kirin. Sedema nerehetiya PKK ê axaftina parêzgarê Duhokê Elî Teter e ku rojên borî di merasîma salyada 5 pêşmergeyên ku ji aliyê PKK ê ve hatibûn şehîdkirin de axiftibû. Lê di axaftina xwe de Elî Teter bal kişand ser vê yekê ku, “Em bi şer bawer nakin, lê ew tên pêşmerge, ciwan û zarokên me şehîd dikin, bombeyan radiçînin ser rêya gel, destwerdanê li jiyana xelkê dikin” û destnîşan kir ku şerê navbera xwe û Tirkan ji herêma Başûr derbixin.

 Elî Teter her wiha di axaftina xwe de diyar kir ku siyaseta PKK ê parastina sînorên Sykes-Picot e.

Di herêmên di bin serweriya parêzgarê Duhokê Elî Teter de heya niha 12 pêşmerge şehîd bûne, bi dehan zarok sêwî mane, PKK her roj mayinan li ser rêyan datîne, niha jî dixwaze li Amedîyê, Şêladizê şer bike. Gelo ma PKK e we hêvî dike ku Alî Teter spasiya wan bike?

PKK ê heta niha gelek daxuyaniyên ku hikûmeta Herêma Kurdistanê, hêzên Pêşmerge û malbata Barzanî biçûk bixe belavkirin û medyaya xwe jî di vî warî de motîve kiriye. Lê belê ji ber ku Herêma Kurdistanê dît ku di vê mijarê de provokasyon tê kirin, bi aqilmendiyeke mezin bêdeng ma. PKK niha ji van çend bersivên ku jê re hatine dayîn nerehet bûye. Bi rastî jî heta niha bêdengiya rayedarên Herêma Kurdistanê li ser vê mijarê bûye sedem ku PKK ewqas bêhiş be. Ji niha ve divê têkilîyên PKK-Tirkiyê bi awayekî zelaltir bên eşkerekirin. Ev şantaj, heqaret û êrîşên bênavber yên PKK ê ancax bi vî rengî dikare were sekinandin.

 Lê daxuyaniya ku PKKê li ser navê HPG daye, ne daxuyaniyeke medyayî ye, nîşana plansazî ya PKK ê ya li dijî hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ye, divê her kes di vê çarçoveyê de hestiyar û hişyar tevbiger.

Pustên heman beş