Em êdî hevdu fêm nakin!

Em êdî hevdu fêm nakin!

Dema me dest bi tekoşîna azadiya ji bona gelê xwe li bakurê kurdistanê kir. Em hemî wê demê hê gelekî ciwan bûn, keç û xortên dilsozê gelê xwe bûn.

Me wê demê hemiyan çavên xwe bi zilma leşkerên romê, lêdan û êşkenceyên wan dianîn serê bav û bapîrên me, vekir. Vekir û dît ku welatê me dişewitînin, mirovên me roj bi roj wenda dibin û têne wendakirin.

Di nava wî agirê em û welatê me dişewitand, em bi xwe hesiyan ku divê hin vî agirî vemirîne. Loma jî me ciwanên wan demana (1965.1980) dest dane hev û me her yekî/ê ragihişt sîtilek av û me xwest bi wan sîtilên xwe yên tijî av em wî agirê me û welatê me dişewitand vemirînin.

Li ser asasê vê bîr û bawriyê, ciwanên wan demana de, me hemiyan bi helwesta azadiya kurdistanê, bi hevre ketin lecê. Ha li wir û ha li vir, bê sekin û bê qeyd û şerd, bi fedekariyên mezin  me dest avêt karê siyasî ya ji bona azadiya welatê xwe.

Tam em hêdî hêdî ji ber wan êşkence û zilmên karbidestên tirk dianîn serê gelê xwe şiyar bûn û me dest bi amadekariya xwe bi rêxistinî kir. Me karê xwe bi kurdî û helwestên xwe li ser xeta neteweyî bi qasî zanîn û kanînên xwe dimeşend.

Dimeşand lê karbidestên dewleta dagirker, ji ber ku dewlet bû, îmkanên di destên xwe de hemî bi kar anîn da ku ciwanên kurdan nebin yek û bi hevre kar nekin, xebatên mezin kir. Weha jî bû. Ew xet hêjî berdewam e…

Çawa???

Dîtin ku ciwanên miletekî li ser asasê neteweya xwe dest bi karê azadiya gelê xwe bike, wê miheqeq rojekê ew gel bighêja azadiya xwe. Ji ber vê bû çi bi rêya îdeolojiyan û çi jî bi rêyên derew û fêlbaziyan ketin nava me ciwanên wê demê û bi alîkariya dewleta xwe em ji hev tar û mar kirin.

Li me weha kirin ku em bûne 10 û 15 rêxistin û partî. Bi destê Kemalîstên xwe îdeolojiya Kemalîzmê li ser nave sosyalîzmê di nava me de geşkirin û xweşkirin. Gelek ji ciwanên weke me û kekên me ango yên ji me mezintir li xwe hay nebûn û bi wê yekê xapiyan.

Wê xapandinê li me weha kir ku em ji doza me ya neteweyî bi dûr xistin, li ser îdeolojiyan em bi hev ketin. Me perçe, kir qurmana tevayî (Teoriya sosyalîzmê ew bû ku divê tim perçe biba Qurbana tevayî. Yanî me Kurdistan dikir Qurbana sosyalîzmê). Dema me ev kir aha di wê hengemanê de êdî roj bi roj hizr û baweriya neteweyî jî di nava me de kêm bû. Ji netewebûnê em bûne îdeolojîk…

Çi dema hizra neteweyî, bi ciwnanên miletekî re kêm bû aha di virde malwêranî jî dest pê dike. Me ew jî kir. Me doza xwe ya neteweyî kir Qurbana îdeolojiyan û êdî em bi hev ketin. Şer û pevçûnên di nava ciwanên kurdan de ji nû de geş bû û ev jî bi dilê dagirkerên me bû.

Piştî hatina hukmê leşkerî ya 12 îlona 1980ê tevger û partiyên bakurê kurdistanê ku ji ciwanan pêk dihat û ji ber bê tecrubeyî weke tu noka li kevir bixe, li wan jî weha hat. Ji bona neyên girtin û kuştinê ji mecbûrî reviyan. Li kuçe û kolanên ewropa bi cih bûn.

Me di destpêkêde digot: Em ê bixwînin kêmaniyên xwe temam bikin, ji dîroka xwe hin dersan derxin da ku em bi zanînên hêja, bi baweriyên neteweperestê li welatê vegerin û ji bona azadiya wî ji nû de dest bavêjin xebatên siyasî. Em di virde jî bi serneketin. Loma ciwanên welêt, nivşê li dû me jî bi destê Kemalîstin kurd hatin xesandin.

Lê mixabin me ev jî di destpêkê de baş fêm nekir. Em her yek ji me di nava pêvajoyeke dirêj de li derekê ket in, bi xwe û bi malbatên xwe ve mijûl bûn. Piraniya me dest ji karê siyasî û rêxistinî berdan. Hin bûne nivîskar, hin bûne karsaz, hin bûne fêlbaz û hin ji weke xwe man.

Lê ne me û ne jî tu rêxistinên me li ser wê pêvajoya me wenda kiribû nesekinîn. Kêmanî û şaşiyên xwe negotin û tu tecrubeyên xwe jî nedan nivşê li dû xwe. Yanî nivşê li dû me, ji me û xebatên me yên wan salana ne haydar bûn.

Piştî em di nav salan de çûn û êdî piştî 65an hin camêr (ji ber ku canik di nava wan de tune ye) êdî tu tiştekî pê mijûl bibin nehiştibûn. Loma wan kesên di nava çel salan de silav jî ne didane hev, ji nû de hatin ba hev û çend kesên xwedî bawerî ku hê li welêt mabûn jî dane dû xwe û gotin: Em ji nû de altarnatîfa welatê xwe li hember dagirkeran in. Helbet ev jî baş e û heqê wan e.

Lê werin lê binêrin, zarokên kesî ji wan ne bi wan re ye. Piraniya zarokên wan çi li welêt û çi jî li derveyî welat xwedê karên baş û serketî ne. Zîrek û jêhatine, lê bavê wan, wan ji tevgera xwe bi dûr dihêlin. Û li ser asasê çend rîsipiyên ku temenê wan çend salek mane, dixwazin Kurdistanê azad bikin(!) tevgeran dadimezrînin. Ev jî heqê wan e.

Lê dixwazin adetên salên 1970-80 bi kar bînin, ji ber bi çanda îdeolojiyan mezin bûne. Loma  hewl didin ku kesên ne bi wan re bin, an li gel wan kar nekin, silavên nava wan jî rake û radikin. (Ev meseleyeke bi serê xwe bi nivîsekê nayê nivîsîn)

Kesên bi temenê xwe di ser şêşt salan re be û bixwazin ji nê de bikevin nava tekoşîna azadiya gelê xwe, divê berê zarokên wan li gel wan be.  Divê aboriyeke wan ya xurt hebe. Divê medyak wan î bi hêz hebe. Heger ev tu nebe hatina ba hev wê bibe xwarina bi  hevre. Ewê bibe ger û seyrana hinan û wê tenê bibe zîyareta ser mezelê (qebrên) hinan da ku di dawiya temenê xwe de ji xwe re hinekî bijî. Ji ber ku êdî bi por sipiyan tevger çê na be û ne maqûl e jî.

Tekoşîna azadiya welatekî li ser milên ciwanên wî welatî tê meşandinê û mixabin niha partî û tevgerên bakurê kurdistanê yên ji sal mezinan ango por sipiyan pêk tê jî dixwazin bê ciwanan şoreşê bikin(!)

Em êdî hevdu fêm nakin ji ber ku divê em bizanibin bi kesên temenê wan di ser 60 salî rene siyaset nabe. Siyaset li bakurê Kurdistanê bi ziyareta li ser mezelan û bi hevdîtinên resturand û xwarinên xweş nameşe. Ya herî girîng bê ciwanan tu tevger bi ser nakev in û hûn sax û selamet bin…

Pustên heman beş