Li Kirmaşanê serbazekî kurd hat bidarvekirin

Li Kirmaşanê serbazekî kurd hat bidarvekirin

Li bajarê Kirmaşanê serbazekî kurd bi tohmeta kuştina fermandeyekî artêşa Îranê hat bidarvekirin.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragehandiye, duhî li nav girtîgeha navendî ya Kirmaşanê de serbazekî kurd bi navê Mehdî Kiyanî, ku çend sal berê bi tohmeta kuştina fermandeyê xwe yê bi navê Umîd Qasimî hatibû girtin, hat bidarvekirin.

Li gorî agahiyan, çend sal berê di navbera wî serbazê kurd û fermandeyê wî de li bajarokê Serpêla Zehaw yê Kirmaşanê şer derketibû. Wî serbazî bi tifengê fermandeyê xwe kuştibû. Ji ber wê jî ew serbazê han bi îdamê hatibû mehkûmkirin.

Pustên heman beş