Tirkiyê kuştina 2 çekdarên PKKê ragihand

pkk-turk-pkk-vs-turk-zap-pence-kilit

Wezareta bergiryê ya Tirkiyê, kuştina du çekdarên rêxistina PKKê di operasyona “Pence – Kilîl” ya li Herêma Kurdistanê da ragihand.

Li gorî ragihandineka wezareta bergiriyê ya Tirkiyê, di operasyona “Pence – Kilîl” da du gerîlayên PKKê, paş ku cîhê wan hat destnîşan kirin, hatin armanc girtin û bêy ku tu agahiyên zêdetir derbarê operasyonê bide.

Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê roja duşemî jî kuştina du leşkerên xwe û birîndar ketina du leşkerên din ragihandbû ku li Herêma Kurdistanê, bombek bi wan ve teqiya bû.

Artêşa Tirk ya dagîrker, li 18 nîsana 2022 êrîşa bi navê “Pence – Kilîl” li Avaşîn, Zapê û Metînayê li dijî rêxistina PKKê destpêkirbû, li gorî amarên PKKê ji wê demê ve pêtirî 100 çekdarên PKKê hatine kuştin, PKKe her wiha dibêje ji wê demê ve pêtirî 850 leşkerên Tirk hatine kuştin!, Hemwext artêşa Tirk aşkere dike ku bi sedan çekdarên PKKê hatine hedef girtin.

Pustên heman beş