Di encama bombebarana Tirkiyê de li Zaxo 2 kes birîndar bûn

Di encama bombebarana Tirkiyê de li Zaxo 2 kes birîndar bûn

Li bajarê Zaxo yê Herêma Kurdistanê  di encama topbarana artêşa Tirkiyê bi bahaneya hebûna baregehên PKKê 2 kes ku di nav wan de bav û kur hebûn birîndar bûne.

Berdevkê Rêveberiya Tendirustiya Rêveberiya Serbixwe ya Zaxo Emîr Elî ragehand: ‘’Di encama bombebarana Tirkiyê de li nêzîkî seyrangeha Şeranşe ya ser bi rêveberiya serbixwe ya Zaxo 2 kes birîndar bûne.

Berdevkê Rêveberiya Tendirustiya Zaxo her wiha ragehand: ‘’Ew kesên birîndar bûne bav û kur in, bav 50 salî û kur jî 24 salî ye.

Eva di demekê de ye ku hebûna baregehên çekdarên PKKê li navçe û gundên Herêma Kurdistanê, berdewam ji aliyê Tirkiyê ve tên bombebarankirin û ziyanên di navbera her du aliyan de jî ji Herêma Kurdistanê ne.

Pustên heman beş