Ugur Mumcu kîye û çima hat kuştin?

Di derbarê dîrok û mîsyona PKK ê ya 40 salî de gelek xalên tarî hene ku nehatine ronîkirin. Rastiya dîroka PKK ê tê veşartin. PKK dîroka xwe tenê bi gotinên wekî jîrî ya Apo a mezin, qehremanî, berxwedan û qurbanîdan vedibêje. Ew mîsyona siyasî ya rastîn a PKK ê, çawaniya damezrandina PKK ê û têkiliyên wê şûna ku werin eşkere kirin, tenê mîna efsaneyekê vedibêje.

Ne tenê PKK, dewleta Tirk jî rastiyên dîroka PKK ê vedişêre. EV yek PKK ê weke rêxistineke ku tenê ji aliyê hêzên derve ve tê bikaranîn, nîşan dide. Dewleta Tirk jî têkiliyên PKK ê-MÎT û dewleta kûr vedişêre.

Gelek kesên ku dixwastin têkilya Ocalan û MÎT ê lêkolîn bikin û damezrandina PKK ê vekolin, rastî gefan hatine an jî pirî ji wan hatine kuştin. Hin ji wan ji aliyê dewleta Tirk ve û hin jî ji aliyê PKK ê ve hatin tunekirin.

Yek ji wan jî Ugur Mumcu bû. Yek ji nivîskarên navdar ên Tirkiyeyê Ugur Mumcu di 24 ê Sibata 1993an de ji ber teqemeniya ku di wesayîta wî de hatibû bicihkirin teqîya li ber deriyê mala xwe  jiyana xwe ji dest da. Di navbera mirina Ugur Mumcu û têkilîyên PKK û MÎT ê de pêwendiyeke girîng hebû. Ji ber ku beriya mirina Mumcu demeke kin gotibû ku di destê wî de delîl û belgeyên mezin hene ku Evdila Ocalan endamê MÎT ê ye. Dê di demeke nêz de pirtûkekê biweşane û têde diyar bike ku Evdila Ocalan çawa bûye endamê MÎT ê. Ew da bazirganiya tiryakê jî ronî bike. Lê berî ku ew vê yekê bike hat kuştin.

Gelo Ugur Mumcu kî ye?

Ugur Mumcu, di sala 1942 de li bajarê Kirşehirê yê ser bi Tirkiyê ve ji dayik bû. Ew kesekî rewşenbîr lêkolîner û rojnamevan bû. Zanîngeha hiqûqê qedandibû. Em dikarin wî mirovî weke netewperestekî tirk ê çep bi nav bikin. Kesekî zêde hesab û kitab nedikir, lê tenê wî dixwest Tirkiye weke dewletek hiqûqnas û adil were birêvebirin. Ji bo ku Tirkiye bibe dewleteke hiqûqê ji sala 1972 an û vir ve bi dewletê re jî ketibû nava nakokîyan. Hem dewlet hem jî rêxistinên Tirk rexne kir. Wî nedixwest baskên dewletê yên veşartî û tarî hebin. Wî dixwst dewlet şefaf be û gorî hiqûqû birêve biçe.

Lê Ugur Mumcu piştî sala 1988 an li ser pirsgirêka Kurd rawestiya û dît ku li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd astengiyek mezin heye. Têkilîyên rantê yên di navbera beşek dewletê û beşa desthilatdar a di nava PKK ê de dîtibû û gav bi gav wî dest bi deşîfrekirina van pêwendîyan kiri bû.

Bi taybetî li ser pirsgirêka PKK ê rawestiya û bi lêkolînên xwe diyar kir ku Evdila Ocelan di sala 1969an de dema ku li daîreya Kadastroyê li Amedê memûr bû bi dewleta Tirk re têkilî danî bûn.

Ugur Mumcu yekem kes bû ku eşkere kir bavê hevjîna Evdila Ocelan Kesîre Yildirim endamê MÎT ê ye. Piştî îfadeya Ugur Mumcu, Evdila Ocelan jî neçar ma ku bibêje xezûrê min endamê MÎT ê ye. Tişta ku Ugur Mumcu rave bikira ne tenê ev bû.

Ugur Mumcu di salek beriya mirina xwe de 330 quncik nivîsandin. ji van 158 gotarên ku di navbera 2 Sibat 1992 û 24 Çile 1993 de hatine weşandin, li ser PKK ê û Apo bûn.

Di rojên dawî yên sala 1992an de ji birayê xwe yê mezin parêzer Ceyhan Mumcu re got ku ewê lîsteya navên sîxurên di nava PKK ê di pirtûka xwe ya nû de biweşîne.

Ugur Mumcu lêkolîn li ser Evdila Ocelan dikir. Ew di babetê endametîya Evdila Ocelan ya di Mît ê de gihiştibû xala dawîyê. Tenê belgeyek dawî mabû ku Ugur Mumcu dixwest xwe bigihînê. Ew jî belgeya girtina Evdila Ocelan a di 7 ê Nîsana 1972an de bû. Gomanên Mumcu li ser Evdila Ocelan wê demê dest pê kirine û wî dixwest têkilîyên bi MÎT ê re wê demê bên îspatkirin. Ocalan di çalakiya ku li Fakulteya Zanistên Siyasî ya Enqereyê belavok belav dikir de hat girtin û cezayê giran lê hat xwestin. Lê belê Ocalan di 30 ê Hezîranê de daxwaznameyek pêşkêş kir. Di daxwaznameya xwe de got, “Mixabin sûç li min hatiye kirin. Di paşerojê de dema ku bûyer bê ronîkirin, dê were fêmkirin ku ez kesekî bêguneh im. Min ezmûna hezîranê winda kir. Di van rojên dawî de ku heyama meha Îlonê nêzîk dibe, ez bi rêzdarî radigihînim ku berdewamkirina girtina min wê encamên nebaş bixwe re bîne, telafîkirina wan wê zehmet be, ji bo ku mexdûriyeta min berdewam nebe, ev rewşa min a girtî bê dawîkirin rica dikim ku biryara berdana min bê dayîn.

Ugur Mumcu di pirtûka xwe ya bi navê “Dosyaya Kurd” de vê bûyerê wiha vedibêje: Xwendekarê ji Rihayê ku ev daxwazname pêşkêşkirî bi navê Evdila û paşnavê wî Ocalan bû. Navê bavê wî Omer û navê dayîka wî jî Ûveyş e, ew di sala 1949an de li gundê Omerlî yê navçeya Riha-Halfetiyê hatîye Dinê. Niha li Enqere li zanîngeha zanistên Sîyasî xwendekarê pola yekemîn a bi jimareya 993 ye. Evdila Ocelan girtiyê herî dilnizm û bêdeng yê li Girtîgeha Leşkerî ya Mamak a Enqereyê bû.

Mumcu der barê vê bûyerê de wiha digot: “Hat îdiakirin ku navê Ramazan Ozcan bi navê Evdila Ocalan re hatiye tevlihevkirin û dozgerê wê demê biryara beraata Evdila Ocelan da. Kesê ku Ocalan azad kir dozgerê leşkeri Baqi Tug bû.

Hefteyek beriya kuştina Ugur Mumcu, wî xwe gihandiye Baqi Tug û xwest bizane ku di dosyaya Ocelan de ka notek ji aliyê MÎT ê ve hatiye şandin an na. Dûvre Baqi Tug daxuyanî da çapemeniyê û wiha got: “Min ji Mumcu re got ez ê li dosyayên kevin binêrim, ez ê di nav deh rojan de te bibînim û wê dosyayê teslîmî te bikim. Lê berîya ku dosyayê bide ew hat kuştin. Loma jî got ku ew belge negihîştine destê wî.

Ev ne tenê îdîaya Mumcu bû. Piştî Ocalan hat berdan, rêveberiya zankoyê biryara îxrackirina ji dibistanê da hemû kesên ku beşdarî çalakiyê bibûn da. Lê belê li aliyê din Evdila Ocelan tenê cezayê “şermezarkirinê” lê hat birîn û xwendina xwe berdewam kir. Çima rêveberiya zanîngehê Evdila Ocelan ji dibistanê dernexist?

Mumcu di derbarê Ocelan de gumanek din jî hebû ew jî dewletê bo çi burs (yarmetî) di da wî ku bixwîne. Li gorî qanûnên Tirkiyeyê dema xwendekar dest bi dibistanê dike ji bo alîkariyê ji dewletê werbigire divê temenê wî ji 21 salî derbas nebe. Lê Ocalan 22 salî bû. Her wiha heta sala 1984an jî bursa Ocelan bi dawî nebibû. Ji bilî vê, rexmê ku Ocalan ji aliyê dewletê ve dihat lêgerîn jî, lê belê  heta 15ê Tebaxê ku di sala 1984an de dest bi têkoşîna çekdarî kirî, hê jî ji dibistanê nehatibû avêtin. Lê di Tebaxa 1984an de Ocalan ji dibistanê hate derxistin. Bi ser de jî, jiber ku Evdila Ocelan Qacaxê mueyana leşkerî bû şûba leşkerî talaba wî dikir, lê dibistanê guh neda vê daxwazê. Dewlet çima ser Evdila Ocalanê ew qas navdar de nediçû?

Ugur Mumcu gumanên xwe bi her kesî re parve kir û anî ziman ku Ocalan zilamê MÎT ê ye û wî di vê derbarê de belgeyên girîng hene. Ev hemû bû eger ku bi vekirî gef li Ugur Mumcu were xwarin.

Hevjîna wî Gûldal Mumcu, yek ji wan gefan wiha vegot: “Berî Ugur Mumcu bê kuştin, Musteşarê MÎT ê Teoman Koman rojnamevan dewetî daîra MÎT ê kirin û ew gêrandin. Wê demê dibêje ‘yek ji we rojnamevanan wê bê kuştin’. Di wê demê de di çapameniyê de jî vê peyvê cih girt. Ger Musteşarê MÎT ê bêje yek ji we dê were kuştin, ev tê wê wateyê ku dizane dê kî bê kuştin û kî dê wî bikuje“.

Ne tenê Mît ê gef li Ugur Mumcu dixwarin. Her wiha PKK ê di rojnameya wê demê ya Özgür Gundemê de gef li Mumcu xwaribû. Hevjîna wî Gûldal Mumcu di sala 2013an de dibêje: wî Rojekê di rojnameya PKK ê ya Özgür Gundemê de gotarek xwend û got, “Wê min bikujin“.

Ji rojnamevanên navdar ên Tirkiyê Alî Sirmen li ser Mumcu wiha gotin bû: “Peydakirina Kujerên Ugur Mumcu ne hêsan e. Ji ber ku her kes dikarî wî bikuje. Beriya ku were kuştin, têkiliya MÎT, PKK, Evdila Ocelan lêkolîn dikir. Ugur Mumcu ji dozgerê wê demê Baqi Tug dipirse ka Evdila Ocelan çawa di Doza Şefeqê de çawa filitî. Ji ber ku Evdila Ocelan cezayê pêwîst negirt. Baqi Tug dibêje, der barê wî de daxwazek hatiye kirin û gotiye “ew ji me ye”. Ugur dipirse gelo di vê mijarê de belge hene yan na, Tuğ jî dibêje, ‘Ez ê bibînim, ez ê di hevdîtina xwe ya pêş de ji we re bînim’. Piştî wê Ugur Mumcu tê kuştin û ew hevdîtin çênabe.

Ugur Mumcu yê ku da têkiliya MÎT ê û Ocalan vebêjît, di 24 ê Çileya 1993an de bi bombeya li wesayîta wî hatibû bicihkirin hate kûştin. Piştî kuştina wî çalakiyên mezin çêbûn. Lê kujer nehatin dîtin. Heta ku dewletê delîlên li cihê bûyerê jî tarî kirin. Delîlên li cihê sûçê li şûna ku perçe yek bi yek bên hildan, bi gezî hatin maliştin û hemû delîl çûn teneka gilêşî de.

Dewletê nexwest kujeran bibîne. Mehmet Agar ku wê demê Midûrê Giştî yê Emniyetê û paşê jî bû Wezîrê Karên Navxweyî, piştî kuştina Ugur Mumcu demek kin çû serdana mala wî. Hevjîna wî Gûldal Mumcu ev serdan wiha nirxand û Got: “Ew karekî wisa ye ku wek dîwarekî ye. Ger em kevrekê ji dîwar bikşînin, dê dîwar hemû sermeda hilweşe”. Min jê re got, ‘Wê demê wî kevrî ji dîwarî bikşîne.’ Wî got, ‘Ez nikarim bikşim’ Dewlet dûv qatilî neket. Ji ber ku dewlet bi xwe qatil bû.

Dewletê nexwest rastiya Ocalan derkeve holê.

Têkilîyên Ocalan û MÎT ê hertim weke sir mane veşartî. Lê her kesê ku siyaset û dîrokê ji nêz ve dişopîne, bi taybetî jî her kesê ku pêvajoya îmraliyê ya Ocalan şopandiye, dizane ku têkiliya Ocalan û MÎT ê ne veşartî ye. tu çarî rastî nayên veşartin.

Pustên heman beş