PKKê di 3 rojan de kuştina 60 leşkerên Tirk ragihand

pkk-Long-Nose--darkamazi-pkk-flag-turkey-kurdistan

Rêxistina PKKê di 3 rojên rabûrî de, kuştina pêtirî 60 leşkerên Tirk li nav xaka Herêma Kurdistanê ragihand!!, Artêşa Tirk jî gotîye ku wan 4 çekdarên YPGê kuştine.

Çapemenîya PKKê ku jibilî derewan ti tiştekê din parve nake, di 3 rojên rabûrî de kuştina pêtirî 60 leşkerên Tirk li nav xaka Herêma Kurdistanê ragihand û ji ber vê rêxistina PKKê li asta jûr ev yêk li gerîlayan pîroz kir.

Komîteya PKKê gotîye: Dewleta Tirk bi derbên gerîlayan gêj bûye, nikare xwe bilivîne!.

Ji hêla xweve artêşa Tirk duh roja yekşemî eşkere kir ku wan 4 çekdarên YPGê li navçeyên bakur û rojhilata Sûryê kuştine.

Rêxistina PKKê dawîya hefteya rabûrî bîlançoya du mehên şer ragihand û got bû ku ji 17 nîsana îsal 2022 wan 985 leşkerên Tirk li nav xaka Herêma Kurdistanê kuştine!!, Lê ya rast PKKe tenê di medyayê de ewqas leşker kuştine.

Artêşa Tirk jî ji 17 nîsanê tenê kuştina 15 leşkerên xwe îlan kirîye.

Pustên heman beş