Di 29 peywirên bilind ên Wezareta Pêşmerge de guhertin pêkhat

Di 29 peywirên bilind ên Wezareta Pêşmerge de guhertin pêkhat

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê aşkera kir di 29 peywirên bilind ên wezaretê de bi îmzaya Wezîrê Pêşmerge ve guhertin pêkhatin.

Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hat ragehandin: ‘’Piştî guhertina serfermandar û emîndarê giştî yê wezareta Pêşmerge, îro jî 20.06.2022yê Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl guhertina 29 peywirên payebilind di Wezareta Pêşmerge de îmza kir.’’

Herwiha hat ragehandin ku ev biryara Wezîrê Pêşmerge, wek pêngaveke din a guhertinên nav wezaret û pêşdebirina zêdetir a proseya çaksaziyê hatiye encamdan. Herwiha piştî biryara malnişîn û cîhbicîh kirin, derfeta yasayî û îdarî ji bo anîna pêş a xwîna nû û karakterên nû derfetek ava bûye.

Di beşek din a daxuyaniyê de hat gotin: ‘’Ev guhertina peywiran de hatiye kirin di ecama pisporî û şarazayî di hemû waran de ye, wek erkê herî giran nav karnameya çaksazî û bernameya wezaretê di heyama kabîneya nehem de hatiye bicîhanîn.’’

Pustên heman beş