Di doza Ferhad Şiblî de pirs û bersivên tevlihev

Di doza Ferhad Şiblî de pirs û bersivên tevlihev

Di 17 ê Hezîranê de li navçeya Kelar a devera Germiyan a Herêma Kurdistanê li dijî wesayîtekê êrîşeke bi firûkeyên bi firûkevan pêk hat. Di êrîşê de 4 kesa jîyana xwe winda kir. Hat ragihandin ku di wê wesayîta yên jiyana xwe ji dest dane hemû endamên Pkk ê ne. Îro Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Rojava daxuyaniyek da û ragihand ku yek ji kesên jiyana xwe ji dest dane rêveberê wan e. Herwiha çavkaniyên nêzîkî PKK ê îdia kirin ku 3 kesên din jî  jin in û karmendên rêveberîya xweser a Rojava ne. bêgûman div ê bûyerê de aliyên ku mejîyê mirov tevlihev dikin hene.

Pêşî hat gotin ku her 4 kesên di wesayîtê de jiyana xwe ji dest dane ji Rojavayê Kurdistanê ne. Lê belê navên van kesan nehate aşkerekirin. Her wiha hemû rêûresim tenê ji bo Ferhad Şiblî tên lidarxistin û tenê yek cenaze ji bo Rojava re hate şandin. Çima nav nehatine eşkerekirin û ci bi wan cenazeyên din hat?

Mijareke din a tevlihev ew e ku endama Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Kelarê çi dike. Kelar ne herêmeke navendî ye. Heta ji navçeyên Kurdistanî yên nakok ên di bin kontrola Iraqê de ne. Ji ber vê yekê bi rastî Kelar bajarokek biçûk e di nav sînorê Ereb û Faris û Kurdan de. Her wiha wesayîta Ferhad Şiblî jî li ser rêya bejahî ya di navbera gundên Balût û Qasim Axa de hete bordumankrin. Bi gotina wan gelo endamekî Meclisa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikare li wir çi hevdîtin û xebatê bike? Bê gûman Ferhad Şiblî li ser rêya ax ya navbera du gundên germtirîn yên herêma Kurdistanê ya bi navê Germiyan, ne li ser navê xebata Rojava, li ser navê PKK ê li wir bû. Ferhad Şiblî weke endamê komîteya 5 kesî ya PKK ê ya bi navê Iraq û Başûrê Kurdistanê xebatê dike, çûbû herêma Germiyan.

Ferhad Şiblî yan jî Ferhad Dêrik yan jî Ferhad Koçer, hûn dikarin her sê navan bi kar bînin. Ji ber ku Ferhad Şiblî piştî ku di sala 1993 an de tevlî PKK ê bû ev nav hemû bi kar anîn. Ji herêma Koçerat a Dêrikê ye û malbata wî pirr tevlî PKK ê bûne. Gerîlayekî ku di şer de lingekî xwe jî winda kir bû. Piştî salên 2000 î demeke dirêj li Rojavayê Kurdistanê xebatên PYD ê dimeşîne û li Dêrik ê baş tê naskirin.

Di sala 2016 an de PKK ê bi tumeta kadroyên Rojavayî xwe windakirine û ji nasnameya PKK ê derketine luma jî li hember kadroyên Rojava du taktîk pêş xist. Ji aliyekê ve hejmareke mezin ji rêveberên Bakurê Kurdistanê bişînin rêveberiya Rojava û erka aktif sereke bidin wan. Ji aliyê din ve kadroyên Rojava bikişîne perwerdeyê û piştre li qadên din birêxistin bike. Ferhad Şiblî jî yek ji wan e. Bi îdiaya ku demeke dirêj li Rojava maye û nasnameya wî ya kadroyî gelekî xerab bûye, ji aliyê PKK ê ve hat kişandin bo Başûrê Kurdistanê û ji bo perwerdeya kadro. Pişt re ew li komîteya Iraq û Başûrê Kurdistanê hate erkdar kirin. Yanî li Başûrê Kurdistanê kar dike.

Ev rastiya êrîşa Kelarê ye. lê pkk  her roj di çapemeniya xwe de hem girseya xwe û hem jî hemû rêya giştî bixapîne. Di rêûresmê cenazeyê Ferhad Şiblî de dirûşma ” bimre Xiyanet” tê qîrîn. Lê eger îxanet hebe ew jî îxaneta PKK ê ye. Her wiha çîroka rastîn a Ferhad Şiblî hate veşartin û bi çîrokeke derew îxanet li Ferhad dêrik hat kirin. Helbet îxaneta li wan  sê jinên ku navên wan nehatin aşkere kirin jî nayê efûkirin.

Çawa ku Artêşa Tirk de çawişên pispor hene. Ev çawiş bi dewletê re peyman îmze dikin, ku dema mirin navên wan neyê eşkerekirin. Bi veşartî têne definkirin. PKK jî bi kadroyên xwe re wek personelên dewleta Tirk tevdigere. Ew ji bo her yek ji wan senaryoyên cuda cûda dinivîse û peşkeş dike.

Jixwe hemû alîyekê PKK, rêveberiya Rojava û çapemeniya van li ser bûyera Ferhad Şiblî derewan dikin. Her wiha bi awayekî bêşerm îftira li gelê Başûrê Kurdistanê dike û wê  sibe jî dibêje PDK ê Ferhad îxabarkir. Lêbelê, kêşe ne ixbare. Mesele şêwazê siyaseta PKK ê ye. Sedema van hemû êriş û mirinan PKK ye.

Em hemû baş dizanin ku Dewleta Tirk hebûna xwe li ser tunebûna Kurdan ava kiriye. Tiştek jê nayê hêvîkirin. Lê PKK ji bo ku jiyana xwe ya rêxistinî dirêj bike hem Başûrê Kurdistanê hem jî Rojava diavêje nava agir de. Xebatkarên PKK ê li Kelarê çi dikin? Ma Kelar Sînor bi Tirkiyê re heye? Na.

PKK li Kelarê çi dike û çi digere? Di bin navê xweparastinê de dewrên perwerdeya leşkerî tê dayîn Komên ciwanan perwerde dikin. Hewl didin li herêmê bi cih bibin. Ew bi şîeyên Bexdayê re danûstandinan dike da ku ew ciwanên ku di bin navê hêzên xweparastina cewherî de perwerde kirine wek beşek ji Heşda Şeibî bên qebûlkirin. Gelo ev kêrî kurdan tê? Qed û qed naa.

Bi kurtasî, PKK dixwaze ciwanên Başûrê Kurdistanê bike milîsên kirêt ên şîe, da ku destkeftên Herêma Kurdistanê jinav bibin û xizmeta Îranê bikin. kadroyekî ji Rojava Ferhad Şiblî jî li vir jiyana xwe ji dest da. Yanî PKK di heman demê de hem li Başûr hem jî li Rojava xiyanetê li Kurdan dike. Li dijî Başûrê Kurdistanê hêzeke çekdar organîze dike û li gel wê jî Rojava terorîze dike. Kadroyên Rojava jî ji ber ku ji xezeba PKK ê ditirsin derewa Pkk ê dubare dikin. Çawa ku Îran ji bo projeya Heyva Şîe ciwanên Şîe ji cihekî vediguhêzin cih dî, PKK jî mîna Îranê kadroyên xwe div ê cogafyayê de vediguhêze bo hûve wêve. Kadroyên Îranê her ku bigre, her ku parçeyek ji heyva şîe bibîne mirin bi xwe re dibin wî warî. Lubnana ku jê re dihate gotin Parîsa Rojhilata Navîn an jî dilê Rojhilata Navîn, piştî tevgerên Îranê veguherî cihekî îflaskirî û xêzanî,alozî û pevçûnan lûbnan wêran kir. Yemen mexdûrê şerê Îranê ye, zarok ji birza dimirin. Îran mirinê îxracî herêmê dike.  Cihê ku PKK lê nebe kaos, mirin û pevçûn tune ye. Li Ewropayê girseya PKK ê dadikeve kolanan û bi polîsên Fransî re pevçûnan dike. Li Silêmaniyê dimeşe û êrişî asayîşa Kurdistanê dike û gundên Bakûrê Kurdistanê yên ku PKK ê serwerî kirî hemû wêran bûn. PKK jî mirinê,wêranê û xwelîserîyê kaşî nava ax û civaka Kurdistanê dike. Bi hatina PKK ê re Mirin li her derê Başûrê Kurdistanê peyda bûye. Şêniyên Şengalê trawma li pey travmayê dijîn. Hewar hewara wane ku PKK ji herêma Şingalê derbikeve.

PKK berjewendiyên partîya xwe dixe pêşîya jiyana gel. PKK jî mîna  Îranê her ku cihê diçekê mirin û tarîtiyê bi xwere dibe wir. Ya ku li Kelarê qewimî jî ev e.

Pustên heman beş