HPGê û artêşa Tirkiyê amarên nû belav kirin

turkey-pkk-hpg-kurd-kurdistan-pence-kilid

Wezareta Berevaniya Tirkiyê cajidestdana 5 gerîllayên PKKê ragihand û li aliyê din HPGê baskê çekdarî yê PKKê diyar kir ku li Zapê û Avaşîn 17 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.

HPGê ragihandiye, hêzên PKKê di 48 demjimêrên derbasbûyî de li Zapê çend êrîş dijî hêzên artêşa Tirkiyê pêk anîne, di wan êrîşan de 12 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 4 leşkerên din jî birîndar bûne.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî îro Sêşembê 21ê Hezîranê ragihandiye, li herêma operasyona Pence-Kilîd ku dikeve nav axa Herêma Kurdistanê, di êrîşeke hêzên artêşa wî welatî de 5 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Roja 18ê Hezîrana 2022an jî Wezareta Berevaniya Tirkiyê, canjidestdana 9 gerîlayan li navçeya Zap û Çiyayê Gare li nav axa Herêma Kurdistanê ragihandibû

Ji 17 nîsana îsal 2022ê ku artêşa Tirkiyê operasyona Pence Kilîd li dijî PKKê destpêkirîye, 244 gerîla li gorî amarên Tirkiyê hatine kuştin, HPGe jî dibêje me pêtirî hezar leşkeran kuştine û gotîye ku 41 gerîla jiyana xwe ji dest da ne.

Pustên heman beş