Îranê ciwanekî ji Rojhilatê Kurdistanê bi îdiaya “endamtiya partiyên Kurd” îdam kir

Firouz-Mosalu

Firuz Musalu yê 31 salî ku li bajarê Kotolê yê Rojhilatê Kurdistanê qeydkirî ye, îro bêyî haya parêzer û malbata xwe li Girtîgeha Urmiyê bi awayekî veşartî hat îdamkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw di nûçeya xwe de ragihand ku Fîruz Musalu îro li Girtîgeha Urmiyê bi dizî hatiye îdamkirin.

Di nûçeyê de Hengaw nivîsîbû ku Fîrûz Mûsalu beriya demekê bi hinceta ku lijneya dadgeha bilind dê li ser dosyaya wî gotûbêjan bike, bo hucreya siyasî ya yek kesî hatiye veguhestin û îro bi awayekî veşartî hatiye îdamkirin.

Pustên heman beş