Hat ragihandin ku li gundên Til Silûr û Bircikê ser bi navçeya Cindrêsê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê, polîsên serbazî û Istixbarata Tirkiyê di hundirê vê hefteyê de 3 welatiyên Kurd girtine.
Ji aliyê xwe ve berdevkê Rêxistina Mafên Mirov-Efrîn, Ibrahîm Şêxo ragihand, li gundên Til Silûr û Bircikê ser bi navçeya Cindrêsê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê, polîsên serbazî û Istixbarata Tirkiyê di hundirê vê hefteyê de 3 welatiyên Kurd girtine û heta niha çarenivîsa wan nediyar e.
13ê Hezîranê jî, li gundê Kefir Sefre ser bi navçeya Cindrêsê, grûpa Lîwaa Semerqend ser bi Tirkiyê 2 welatiyên Kurd bi tohemta peywendiya ligel Rêveberiya Xweser girtibûn.
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.
Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket bin dagirkeriya artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.
Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.
Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.