Leşkerekî Tirk li Başûrê Kurdistanê hat kuştin

Sercan-Baş---darkamazi-pkk-turkey

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand li herêma operasyona Pence-Kilîd ku dikeve nav axa Herêma Kurdistanê di şerê ligel PKKê leşkerekî artêşa wan hatiye kuştin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê îro 22ê Hezîrana 2022an ragihand ku leşkerekî wan di operasyona Pence-Kilîd de hatiye kuştin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, gerîlayên PKKê li navçeya operasyona Pence-Kilîdê êrîşî binkeyeke leşkerên Tirkiyê kirine û di encama êrişê de çawuşê pispor Sercan Baş hatiye kuştin.

Li alyekî din çapemenîya PKKê idîa kirîye ku hêzên PKKê di 48 demjmêrên derbasbûyî da 65 serbazên Tirkiyê li nava xaka Herêma Kurdistanê kuştine!.

Pustên heman beş