Li Bakurê Kurdistanê 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

diyarbakir_lice-pkk

Li navçeya Licê ya Diyarbekirê di şerê çekdarî yê di navbera leşker û PKKyiyan de, 2 leşker hatin kuştin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê, Li navçeya Licê ya Diyarbekirê di navbera leşker û PKKyiyan de pevçûna çekdarî derket û 3 leşker birîndar bûn. Piştî leşker ji bo nexweşxaneyê hatin kirin, 2 leşkeran canê xwe ji dest dan. Dermankirina leşkerê din ê birîndar jî didome.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew pevçûn duhî Çarşemê 22ê Hezîrana 2022an di operasyona endamên Fermandariya Alay Komando ya Cendirmeyan a Licê de li bejahiya navçeya Goçerê ya Licê de derketibû.

Hat gotin, Di şerê çekdarî yê bi PKKyiyan re çawişê pispor Oguzhan Arduç û Pisporê Cendirmeyan Çawîş Turgut Îçen canê xwe ji dest dan.

Hat diyarkirin ku yekîneyên JOH û Komandoyên Jendermeyan ji bo herêmê hatin şandin.

Pustên heman beş