PKKê bi qasî dewletên dagîrker ciwanên Kurdan kuştine

pkk-zarok-gerila-kurd-kurdistan-metina-metin

Rêxistina PKKê îro nasnameya du ciwanên din yên Kurd eşkere kir ku li meha rabûrî li çiyayê Metînayê bi destê artêşa Tirkiyê dane kuştin.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja şemî 25/6/2022 nasnameya du çekdarên xwe eşkere kir ku li 28 gulana îsal 2022 ê li çiyayê Metînayê ketine ber êrîşên artêşa Tirkiyê û îro ji nû û paş derbasbûna mehekê mirina wan ragihandîye.

Navê van du ciwanan wisaye:

Uzgor Aşkan ji Colemêrgê.

Bekîr Yilmaz ji Bedlîsê.

Rêxistina PKKê her roj nav û wêneyên komên keç, ciwan û zarokên Kurdan parvedike yên ku li çiyayên Başûrê Kurdistanê bi destê eskerê Tirk dide kuştin, ji 17 nîsana îsalê PKKê wîneyên pêtirî 100 çekdarên xwe parvekirîye ku li Başûrê Kurdistanê ji hêla Tirkiyê ve hatine armanc girtin.

Pustên heman beş