Ruhê Yalçîn Kûçik li dora me digere

Ruhê Yalçîn Kûçik li dora me digere

Nîqaşên li dor diyardeya kurd berdewam dikin. Navenda van nîqaşan Rojhilata Navîn e. Rojhilata Navîn hîna jî nekariye xwerêvebirina Kurdan biecibîne. Kurd ji bo Rojhilata Navîn tenê weke ku nivîskar Mücahit Bilici bi awayekî xweş amaje pêday “Kurdên hemal” tên qebûlkirin. Ereb, Faris û Tirk; Ew rastiya ku Kurd azad bin û xwe bi rêve dibin ji bo xwe xeteriyeke mezin dibînin. Kurd tenê dema ku bibin leşker û hemal ên dewletên ku tê de ne, tên qebûlkirin. Kurdên ku ji sînorên wan danî derdikevin weke dijmin tên îlan kirin. Rast, çep, îslamî hemû komên îdeolojîk vê yekê de hevgirin. Belkî ji her miletekî çend kes hebin ku dibêjin “Kurd xwe birêve bibin, serbixwe bin”. Lê îstîsna qanûnê xirab nake. Her dewletek heşa xwe ya kûr bikar tîne da ku Kurdan di bin destê xwe de bihêle. Mirovan erkdar dikin. Em dikarin bibêjin ku artêşeke erkan heye ku ji aliyê hêzên kolonyalîst ve tê birêvebirin ku nehêlin Kurd bi sere xwe bikaribin xwe bi rêve bibin.

Mîsyoner kî ye?

Mîsyoner bo wan kesan bikar tê ku hewl didin layenên din bi hîn kirinek diyarkirî, nemaze hîn kirinek olî razî bikin, dixwazin ku wan bikşîne ser wê fêrkirina xweya olî, sîyasî û îdolojîk. Wan ji bo ku civakên Afrîkî û Amerîkî bikin Xiristiyan mîsyoner bi kar anîn. Mîsyoner ji sîxuran xetertir in. Ji ber ku sîxûr ji bo demekî dîyar li ser erkê ye. Lê karê mîsyoneriyê bi dilxwazî ye, bi baweriyeke mezin tê kirin. Yek ji mîsyonêrên herî mezin ên dewleta Tirk bikar anî Yalçîn Kuçik bû.

Yalçîn Kûçik di navbera salên 1989-1998an de ji bo manîpulekirin û îstismarkirina Kurdan di nava Kurdan de cih girt. Di navbera Şam û Ewropayê de lîtik davêtin. Yalçîn kûçik Jiyana xwe hemû ji bo Kurdan bide qebûlkirdin ku dewleta Serbixwa a Kurdan nebaşe terxan kir. Di dawiyê de got, paşnavê min biçûk e, lê min karên pirr mezin ji dewletê re encam dan, min rê neda ku kurd serxwebûnxaz bin û neçin ser rêbaza Barzanî. Ji ber vê sedemê ne xelet e ku ji wan kesên ketine nava refên Kurdan re bibêjîn hûn çêlikên Yalçin Kûçik in. Niha hindirê siyaseta kurd ji neviyên Yalçîn Kûçik tijî bûye. An jî em bi vî awayî bibêjin. Ruhê Yalçîn Kûçik li nava Kurdan de digere. Çapemeniya PKK ê û şêwazê siyaseta wê bûye mêrga cêwîkî û ruhê Yalçin Kûçik. Bi dehan nivîskar, siyasetmedar û nivîskar hene ku wek Yalçîn Kuçik ji xwe re dibêjin çep, sosyalîst, azadîxwaz lê kurdan wek hemal dibînin, divê bên çavdêrîkirin. Em dikarin gelek navan wek Sırrı Süreyya Onder, Weysî Sarîsozen, Ayşe Hûr, Ergûn Babahan û hwd bijmêrîn. Niha jî çep, Fetöcü û Ergenekoncî hemû bûne yek dev ji kêşeyên nava Tirkiyê berdane û dijî Herêma Kurdistanê şer dimeşînin. Hemû jî bi awayekî şîretan li kurdan dikin, ji kurdan re dibêjin ka çi baş e û çi xerab e, kîjan kurd baş e kîjan kurd xerab e û ji kurdan ra dibêjin çi bikin û çi nekin. Ev bêexlaqene Kurdan weke hemal dibinin. Her yek ji wan li gora xwe dixweze eyarekê bide Kurdan.

Yalçin Kûçik jî wisa bû. Yalçîn Kûçik di got, “Min nehişt ku Kurdên Bakur nêzîkî Barzanî bibin. Ger wiha nebûya da Tirkiye parçe bît.” Sirri Sureyya Onder piştî ku Kerkûk hat dagir kirin, bi dev kenî got ku ” kurdên rastgir nijatperest têk çûn”. Ayşe Hûr ji bo ku Barzanîyan biçûk bike û wan weke kevneperest nîşan bide, dibêje” Eşaîrî û terîqata Neqşîbendî”. Ergun Babahan her roj di medyaya PKK ê de derdikeve û ji kurdan re dibêje PDK pirr xirab e xwe nêzîk nekin. Bi rastî jî gelek tirk hewl didin da ku Barzanîyan weke Cihû farz bikin. Hemû bi hevra hewl didin ji raya giştî re bibêjin “statuya federe ya Herêma Kurdistanê di çarçoveya plana veşartî ya DYA û Îsraîlê de hatiye avakirin.” Yanî li gorî van dostên Kurdan ên sexte, li Başûrê Kurdistanê tiştek nehatîye kirin, şehîd nedane, têkoşîn nekirine, hema hineka gotîye wan ha ji were rêveberîyekî federal. Ev gotinên wan tê çi wateyê, “Rastî ev Kurdên Başûr statûya Federasyonê heq nakin” lewra jî  hilweşandina wê jî caîz e.

Niha ev ekîba mîsyoner meraq dike ka Herêma Kurdistanê gaza xwe wê bifiroşe kê, çiqas difiroşe û baregehên MOSSAD ê li Hewlêrê hene, yan na. Komara Tirkiyê yekem dewlet bû ku piştî damezrandina dewleta Îsraîl ew nas kir, niha jî çepgirên Tirk Herêma Kurdistanê ku yekane statuya fermî ya Kurdan e, bi têkilîyên Îsraîlê re tometbar dike. Dibêjin Barzanî cihû ne û li Hewlêrê baregehên MOSSAD ê hene û hwd.

Ev 72 sal in dewleta Tirk weke kolonyal ji sedî 32 ê petrola Tirkiyê ji Êlihê derdixe. Ji Adiyamanê, ji Çiyayê Cûdî derdixe. Ev dostên Kurdan ên sexte derdikevin ser Tv ya PKK ê û bangawazî li Îran û dewletên Erebî dikin ku biçin dest daynin ser petrola Başûrê Kurdistanê. Ger bîra we were bi despêkirina şerê Ukraine re Cemîl Bayik got “Em rê nadin ku Herêma Kurdistanê gaz û nefta xwe bifroşe bazarên navdewletî” lê  çima ev Cemîl Bayik nabêje dahata petrola Batmanê bi ku ve diçe, petrola Çiyayê Cûdî ji kê re tê firotin, Petrola Rojava çima difiroşin dagirkerên Efrîn ê û rêjîm ê…? Sedema van hemû gotin û kiryaran ew e ku meşrûkirina êrîşa li ser Kurdistana Federe ye. Em dev ji hincetan berdin, PKK dixwaze êrîşa li ser Herêma Kurdistanê weke şoreşeke çepgir, şoreşeke pêşverû, hewldana wekhevî û dadperweriyê nîşan bidin.

Ev kes an jî ev misyonere ne şovenîzma neteweya serdest li ser Kurdan disepînin. Kurdan rezîl dikin û qebûl nakin Kurd di warê aborî, dîplomatîk, siyasî û erdnîgarî de serbixwe bin û bikevin nava qada navneteweyî. Gotineke tirkan heye, dibêjin; “Kurdek ji cejnê çi fêm dike ew tenê dikare dewî vexwe.” Erê, tenê armanca dostên Kurdan yê sexte ew e ku Kurdan weke hemal û xulamê dewletê dest xwe de bigirin û fikra xulamtîyê bi kurdan bidin qebûl kirin. Ev hemû cêwîkên Yalçîn Kûçik in.

Ji ber vê yekê em dibêjin ruhê Yalçîn Kûçik li dora me digere. Lê ev ruh di nava refên PKK ê de tevdigere. Pirsgirêk tenê ew e ku mîsyonerên Tirk di nava Kurdan digerin, pirsgirêk ewe ku ruhê Yalçîn Kuçik di nava PKK ê de weke gîyayê firûzî belav bûye. Mejîyê PKK ê di bin fikir û ramanên Yalçîn Kûçik de dagir bûye. Di nava Medya PKK ê de tijî Yalçîn Kuçikên Kurd in. Di nav refên PKK ê de Yalçîn Kûçik ên Kurd zêde ne. Bê navber hewl didin agirê fitne û fesadîyê di nav Kurdan de gûr bikin. Kurdan bera hev bidin. Besê Hozat û Mistefa Qarasû şagird û cêwî yên Yalçîn Kûçik in. Bi qasî dewletên dagirker ew jî dijî Hikumeta herêma Kurdistanê ne. Bi qasî ku Yalçîn Kûçik Mîsaqî Mîllî parastiye, Evdila Ocelan jî wê rêbazê diparêze.

Wê demê pir rast e ku mirov êrîşa van derdorên PKK ê û tirkan ên li ser Herêma Kurdistanê wek îtîfaqa mîsaqa millî binirxîne. Û bibêje ruhê Yalçin û Yalçîn Kuçikên kurd bi hevre tevdigerin. Ji bîr nekin ruhê Yalçîn Kûçik hawîrdor digere.

Pustên heman beş