Êrîşek bi du mûşekan li hember serbazgeha Tirkiyê ya li li Zîlkan pêkhat

Êrîşek bi du mûşekan li hember serbazgeha Tirkiyê ya li li Zîlkan pêkhat

Îro 26.06.2022yê bi du mûşekan êrîşek li hember binkeyê leşkerî yê artêşa Tirkiyê ya li nahyeya Zîlkan a ser bi qeza Şêxanê pêkhat.

Vê derbarê de rêveberê nahyeya Zîlkan Mihemed Emîn ragehand, îro êrîşek bi du mûşekan li hember serbazgeha Tirkiyê ya li sînorê nahyeya me pêkhat.

Herwaha diyar ku herdu mûşek nêzîkî serbazgehê ketine xwarê, lê ti ziyanekî li dû xwe neaniye.

Rêveberê nahyeya Zîlkanê aşkera kir, tenê di vê mehê de ev çaremîn care êrîş li ser binkeyê Tirkiyê yê li nahyeya Zîlkanê pêktê.

Pustên heman beş