General Ebdulxaliq Telet: Li ser êrişên Kormor komîteyek lêkolînê hatiye pêkanîn

General Ebdulxaliq Telet: Li ser êrişên Kormor komîteyek lêkolînê hatiye pêkanîn

Berpirsekî pilebilind yê Herêma Kurdistanê dibêje, li ser êrişên mûşekî yên li dijî kargeha gazê ya Kormor komîteyek lêkolînê pêk hatiye.

Nûnerê wezaretên Pêşmerge û navxwe yên Kurdistanê di fermandehiya operasyonên hevbeş ya artêşa Iraqê de, general Ebdulxaliq Telet ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, li ser êrişên mûşekî yên li dijî kargeha Kormor komîteyek ji fermandehiya hêzên hevbeş pêk hatiye. Nûnerê Wezareta Pêşmerge jî tê de ye. Armanca lêkolînê ew e da ku sebeba wan êriş û aloziyan derkeve.

General Ebdulxaliq Telet her wiha gotiye, wisa hatiye belavkirin ku hêzek mezin ya Iraqê derbasî nêzîkî Kormorê bûye lê ew nûçe rast nînin ji ber ku tenê hêzek biçûk li wê deverê operasyonek kiriye û dîsa vegeriyaye cihê xwe.

Bi gotina wî berpirsî, ti hêzeka fermî ya Iraqê derbasî wê deverê nebûye, ewên ku êriş jî dikin hêzên ne qanûnî û xirabkar in û dixwazin rewşê aloz bikin. Niha rewş aram e û her kes li benda encamên lêkolînê ye.

Pustên heman beş