Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi alîkariya çend grûpên Heşdî Şabî li Kerkûkê digere û dixwaze çekan bidest bixe, ku alîkariya wan li bajêr dikin û li hinek cihan binke û baregehên xwe vekirine.
Jêderekî pilebilind ê asayîşa Bexdayê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ev çend roj in PKK li Kerkûkê çekan dikire û li cihên ku çekan difiroşe û binke û baregehên xwe vedike, Heşdî Şabî alîkariya PKKê dike.
Heman çavkaniyê eşkere kir ku, wê zêdetir baregehên PKK li Kerkûkê hebin û tevahiya wan di bin lîwayeke Heşdî Şabî de bin.
Derbarê vê mijarê de, nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Odeya Operasyonên Hevbeş a Iraqê, lijneya giştî Ebdulxaliq Talat ji BasNewsê re got: “Agahiyek heye ku PKK liv û tevgera xwe li Kerkûkê zêde dike, hinek mijarên ewlehiya Kerkûkê hene ku nayên gotûbêjkirin li ser medya, lê ya ku PKK li Kerkûkê dike metirsîdar e.”
Li gor çavkaniyek din a ewlehiyê ji asayîşa Kerkûkê ji BasNewsê re ragehand: ‘’PKK zarok û xelkê asayî yên bajarê Rehîme xapandine û birin devera Xor Nazan û ev çend roj in li Kerkûkê çekan dikirin. Mebesta wan ne diyar e, çek ji aliyê ciwanên welatparêz ve bi pereyekî baş tên kirîn.”