Qunaxa ku têkoşîna PKKê ya 40 salî gihîştiyê: Pêlavperestî Ye

Roja Şemiya borî li bajarê Duesseldorf ê Elmanyayê ji aliyê PKKê ve meşek hat lidarxistin. Tiştê ku şopa xwe li meşê hişt, bilindkirina pêlavê bû. Pêlava marka Mekap ku di salên 1990an de Gerîlayên PKKê li xwe dikirin. Pêşîya Girseya meşê pêlavek mezin a marka Mekap hebû. Jin û xortan pêlav hilgirtin ser milên xwe û dimeşîn. Ger hûn bipirsin çima we pêlav bilndkir wê bibêjin bo rêzgirtin li xebata Gerîla. Lê belê ewê pêlavê ti têkiliya bi Gerîla, Kurdistanê, têkoşîna li dijî dagirkeriyê û helwesta li dijî kolonyalîzmê re nîne. Hilgirtina wê pêlavê li eniya pêş a meşa bi navê Kurdên li Ewropayê, tenê pêwendî bi bîjîtî û pûtperestiyê re heye.

 Bîjatî, ji nirxên xwe dûrketin û biyanîbûn e.

Bîjatî di wateya siyasî de windakirina cewhera xwe û biyanîbûna ji nirxên xwe ye. Veguhestina tiştek cuda ye û ji binyatê xwe veqetîne. Ji aliyê din ve, pûtperestî ji bîrkirina rastiyê û perizîna amûrek bê wate ye. PKKê di dawiya şerê 40 salî de girseya xwe gihandiye pêlavperestî ye. Li Bakurê Kurdistanê 5000 gund hatin şewitandin, 30 hezar kes hatin kuştin, tirba bi hezaran mirovan ne diyar e, Bakurê Kurdistanê îro ji berê zêdetir di bin dagirkeriyê de ye. Gel bi zimanê Kurdî na axive û mixabin roj bi roj zimanê kurdî jibîr dike. Metirsiyek mezin a asîmîlasyonê heye lê belê herî dawî PKKê girseya xwe li dora pêlavekê civand û siloganên serketinê bi wan dan qîrandin.

 Xefika Kurdan: Ocelan û mirina ciwanên Kurd

PKKê qedera gelê Bakur di navbera wêneyên Evdila Ocelan û pêlava Mekap de Bêxwedî hiştî ye. Ya rastî berê tenê pûtêperestî bo Apo bû we Xuya ye ku êdî Wêneyên Ocelan têrê nake, lewma pêlavên Gerîla û Gerîla jî wek fîgurekî arabesktir, hinekî populîsttir û hinekî hestiyartir dixwazin derxin pêş.

Di rastiyê de em dikarin bibêjin ku hizra kûr a ku PKKê bi rê ve dibe, Kurd xistine nava xefika pêlava Mekap û peykerê Evdila Ocelan de. Di navbera van her du seneman de, mirov gihîştine astekê ku nikarin rastiyê fêm bikin û bibînin.

Her roj ciwan dimirin, Mirin jî tê pîroz kirin. Bi awayekî xwezayî, guneh tê dîtin ku mirov bibêje çima zarokên 15-20 salî hûn didin kuştin. PKKe mirinê weke xwe gihandina şerefê û qehremanîyê bi nav dike. Loma jî kes nikare ser bipeyve. PKKe di nava ziviroka xwîn-mirin-bawerîyê de Kurdan difetisîne. Sedema ku PKKe mirinê hew qas bi rûmet dike ew e ku ji bo hebûna xwe divê kesên bimirin hebin.

 Berxê qurban; Gerîlla

Yên ku PKKê nas dikin baş dizanin ku heke PKKe tiştekî bike sembol, teqez li wê derê mebestek heye. Niha pêwîstiya PKKê pirr bi mirinê heye. Bi afirandina efsaneya li dora Gerîlayên mirî hem Gerîla teşwîqî mirinê dike û hem jî girseya xwe bi hestên tolhildanê perwerde dike

Ya rastî Gerîlayên temen biçûk mexdûrê vî karî ne. Ev Gerîlayên ciwan ên ku hişmendiya wan hatiye şûştin û hêza wan a vegotinê li ser jiyana nîne, têne qetilkirin. Çawa ku berxê qurbanê berîya bê serjêkirin li ber deriyê xanî tê xwedîkirin heman tişt li Gerîlayên temen biçûk tê kirin. Berxên qurbanan li ber malê enîya wan tê hine kirin, morikên nazarê bi wan ve tên kir, dema goştê wan pêwîst be stûyê wan tê jêkirin. Gerîla jî wiha ne. Vîdeo yên wan têne kişandin, stran têne gotin, wêne têne kişandin, stran li ser têne nivîsandin, pêlav têne çêkirin gava ku wî gerîla jîyana xwe ji dest da jî ev dîmen têne weşandin. PKKe wan ji bo mirinê amade dike wan dişînin çeperên mirinê ango “Tunelên Şer”. Lê gava dimirin jî heya çend sala navên wan nayên ragihandin.

Ger Gerîlayek bêje ez westiyame û bixwaze ji nava rêxistinê derkeve dê derhal were kuştin. Kesên 30 sal xizmet kirî, dest û lingê xwe winda kirî, dema ji nava rêxistinê derdikevin wan wek xayîn îlan dikin. Belê, Gerîlla berxê qurbanê ye. Gerîla cenazeyê zindî ye ku PKKe xwe li piştê van vedişêre.

Kesên ku li Ewropayê jiyana xwe garantî kiriye, dadikevin nav kolanan û harîkarîya hestiyarî didin zarokên feqîran yên serê çiya ku nobedarîya mirinê dikin.

Gerîla Qurbanî ye: dewlet lê dixe; PKK jî wan diavêje ber şûrê dewleta faşîst; Ji bo ku PKKe ji mirinê sûd werbigre ciwan bi tilîlî û çepikan dişîne gorê; Ger bixwaze ji nava rêxistinê derbikeve, dê were kuştin. Ger hurmeta wê girseyê ji Gerîla re hebûya, wê bipirsiya ku çima ev zarok bi zanebûn dişînin mirinê, çima wan dixin tunelên mirinê de, çima navên jîyandestdaya nedihat eşkerekirin, çima Ev hesab ji PKKê nayê pirsîn? Malbatên Gerîlla li şûna ku bibêjin em bi zarokên xwe serbilind in, bila ewil bipirsin, “Ma pêwîste ku zarokên min îlahhî bimirin?”

Bi kurtasî mirina Gerîlla dergehê qezencê ye, govend û dîlanên li Ewropayê ji bo vê tê hêrandin. Li Tirkiyeyê dikara bibêje ez malbata nirxê me û xwe li pişt wê vedişêrin, rêveberiya PKKê ya Ewropayê her ku Gerîlla dimire zêdetir bacê qud dikin. Her kes ji mirina Gerîla sûd werdigire. Lê weke ku Kurd dibêjin, “kî diçe ji kîsê xwe diçe” Rastî ev e.

Bi kurtasî; Eşkere ye ku girseya PKKê ya Ewropayê bi hilgirtina maketa pêlavê we dizane ku ew azad e û ew ber xwe dide.  Pêlav mabû ku Kurdên dilsozên PKKe tawaf nekin,mixabin.

Ew modela pêlava Mekap jî ne sembola berxwedan û hebûna Kurdan e. Ew model tenê dikare bibe sembola xefika ku ji bo Kurdan hatiye danîn. Modela vê pêlavê û wateya wê di sala 1999 ji holê hatîye rakirin.

Eve rastiya Bakurê Kurdistanê ye ku piştî 40 salan modeleka pêlavê diperêse û wê modela pêlavê bi zarokên xwe jî dide maçkirin, ev şêwazê serederiyê nîşan dide ku civaka Bakurê Kurdistanê civakeke ku xwe winda kiriye û firîşteyên xwe jî winda kirîne û ne civakek xwedî hişmendiya azad e.

Pustên heman beş