Salvegera 17ê a kuştina Hikmet Fîdan û rastiyên derbarê kuştina wî ji aliyê PKK’ê ve

Salvegera 17ê a kuştina Hikmet Fîdan û rastiyên derbarê kuştina wî ji aliyê PKK’ê ve

Di 6ê Tîrmehê de li Amedê kesek li ber apartmanekê bi gulleya ku li pişt stûyê wî hat xistin hat qetilkirin.  Kesê ku hat terorkirin sîyasetmedar Hikmet Fîdan bû.  Fermana kuştina Hikmet Fîdan ji Qendîlê hatiye dayîn.  Mirad Qarayilan ku di wan sala de navê jimare yek ê PKK ê bû, ji bo kuştina Hikmet Fîdan endamekî hêza taybet yê bi navê Denîz Ûlaş hatibû wezîfedarkirin. Tebanca bêdeng Bahoz Erdal bi rêka milîsekî Colemêrgî ji bo kujerî rêkir Amedê.

Kuştina Hikmet Fîdan berdewamiya siyaseta PKK’ê ya tinekirina her kesê ku ne PKK’eye bû. Li Bakurê Kurdistanê ev şêwazê cînayetê bi kuştina Ferîd Ûzun hat dest pê kirin. Ango PKK’ê bi kuştina Ferîd Ûzun dest bi kuştina sîyasetmedar û serokên Kurdan kir, lê  ferqa Hikmet Fîdan û yên mîna Ferîd Ûzun ew bû ku Hikmet Fîdan ne navekî derveyî PKK ê bû, jiyana xwe di zindanan de derbas kir û li Bakurê Kurdistanê piştgiriya siyaseta PKK’ê dikir.

Hikmet Fîdan li gundê Merska yê navçeya Mêrdîn Omerîya ji dayik bûye. Piştî ku xwendina xwe di sala 1970an de qedand, bû mamoste.  Dema li gundê xwe mamoste bû, di sala 1976an de bi PKK’ê re têkilî çêkirin. Bi damezrînerên PKK’ê re mîna Evdila Ocalan, Mazlûm Dogan û Hayrî Durmuş hevaltî kir. Di bicîbûna PKK’ê ya li herêma Mêrdînê de yek ji kesên bi bandor bû. Piştî derbeya leşkerî ya 12ê Îlonê ew hat girtin. Li Girtîgeha Amedê ya ku bi îşkenceyên giran derbasî dîrokê bûyî de girtî bû. Di doza PKK’ê de 10 salan di girtîgehê de ma. Di sala 1991ê de ji girtîgehê derket. Lê dema ku ji aliyê PKK ê ve hatî qetilkirin jî, hêjî di doza PKK ê de 36 sal cezayên girtîgehê jî berdewam dikir.

Piştî ku ji girtîgehê derket, bi awayekî aktîf beşdarî xebatên siyasî yên PKK’ê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bû.  Di partiyên wekî DEP û HADEP ê yên li Bakurê Kurdistanê xebitî. Cîgirê serokê HADEP bû. Di sala 1995an de, dîsa ji ber xebata xwe ya siyasî, demeke kurt di zindana Maltepe ya Enqereyê de hate ragirtin. Di her warî de piştgirî da têkoşîna Kurd û Kurdistanê.

Di salên 1995, 1999 û 2002 de ji lîsteya partiyên kurdî beşdarî hilbijartinên parlamentoyê bû.

Hikmet Fîdan kesekî nijadperest û welatparêz bû. Wî bawerî bi xwebirêvebirina Kurdan hebû. Bi vê hestê ji sala 1976an heta 2004an 29 salan xizmeta PKK’ê kir. Her cure xebatên siyasî meşand. Gerîlayên birîndar dermankirin û şervan ji bo PKK’ê radikirin.

Di pêvajoya hatina Evdila Ocalan bû Tirkiyeyê di sala 1999an de li hemberî xeta Ocalan bêbawer bû.  Dema ku Ocalan ji efserê tirk re gotî, “Dayika min tirk e, ez dixwazim xizmeta dewleta xwe bikim” Hikmet Fîdan jî weke her Kurdek kî hêrs bû. Fîdan di salên 1980an de li zîndana Amedê rastî îşkenceyên herî giran hatibû, lê yek navê hevalê xwe neda û li ber xwe da bû.  Di wê baweriyê de bû ku helwesta Ocalan xiyanet e.

Lê Hikmet Fîdan xeletiya ku gelek siyasetmedar dikin kir. Ew jî difikirî ku PKK’e bêy Ocalan wê xeteke welatparêziyê biparêze. Wî digot “Rast e Ocalan xiyanet kiriye, lê gerîla jî hene, ezê têkoşîna wan bidomînim.

Lê dema ku reftarên PKK’ê yên bi Ocalan re û wesayeta li ser Siyaseta Bakur dît, wî dest bi rexnekirina PKK’ê kir. Wî nêzîkbûna navên wekî Cemîl Bayik, Mustafa Qarasû û hwd ji bo siyaset, şer û Kurdistanê rexne dikir.  Ji têkoşîna PKK’ê re rêz digirt, lê di wê baweriyê de bû ku divê PKK’e hişmendîya berê derbas bike. Wî didît ku bi vî şêwazê sîyasetê PKK’e tenê kurdan mehkûmî girêkek kor dike.

Wî piştgirî da bizava bi navê PWD ya ku ji aliyê Osman Ocelan û Nîzamettîn Taş ve hatibû avakirin.

Hikmet Fîdan di Sibata 2005an de, di civîna ku li Îzmîrê li ‘Otela Kaya Prestîj’ hatî encam dayîn de beşdar bû, di vê civînê de ku amadekariyên avakirina DTP’ê dihatin kirin wî bi eşkere ragihand ku ew dixwazin siyaseta Bakurê Kurdistanê ji bin kontrola PKK’ê derbixin û biryarên xwe bi serê xwe bigire û got, “Ez bawer nakim tevgerek ji bo demokrasî, mafên mirovan û dewleta hiqûqê bitekoşe di berjewendîya Kurdan de be.”

 Ev helwesta Hikmet Fîdan bû sedem ku ji aliyê PKK’ê ve di lîsteya xayinan de cih bigire. Pêşî kesekî ku li ser navê Mirat Qarayilan bi Fîdan re axivî, got ku ger ew gavê paşde neavêje wê dawiya wî baş nabe.  Û piştî hefteyekê Hikmet Fîdan hat kuştin.

 Şaredariyên nêzî PKK’ê ji bo rakirina cenazeyê Hikmet Fîdan wesayîta cenaze jî nedan. Nehiştin girse biçin sersaxiyê. Hefteyek şûnda, wan daxuyaniyek belav kir û jê re sersaxî xwest, mîna ku ew bi rêkên sirûştî mirîye.

Dûvre Mistafa Qarasû wiha got: “Gelê Kurd dizane dê li cenazeyê kê xwedî derbikeve an jî dernekeve.  Kes li xayînan xwedî dernakeve.”

Yalçin Kuçuk ku Ocalan jê re dibêje mamosteyê min jî wiha got: “Meseleya Hikmet Fîdan meseleya Federalîzmê ye û parçeyeke ji yêkbûna Barzanî re” û wî jî li ser navê dewleta Tirk qetilkirina Hikmet Fîdan pejirand.

Kuştina Hikmet Fîdan bese ku em bizanibin ka  çi despotîzm li bin peyva Demokrasîya ku PKK’e qala wê dike heye. Ji salên 1970an ve PKK’ê bi hêzên xwe yên çekdar û bi gefxwarinên xwe siyaseta Bakurê Kurdistanê dagir û yekdestdar kiriye.  Li gorî PKK’ê “divê her kurdekî ne PKK’yî bê kuştin”.  Kesê ku ne PKK’yî be bi navê xayîn, cehş û sîxuriyê tên kuştin. Hikmet Fîdan jî tenê ji ber rexneyên xwe ji aliyê PKK’ê ve rexmê ku 29 salan xizmeta wan jî kiribû, hat qetilkirin.

Pustên heman beş