Îran û PKK’e dixwazin Germiyan jî bikin Şengala duyemîn

Piştî êrîşên li ser bîrên Gazê ya Kormorê, foxa siyasî bi taybetî derbasî xeta Çemçemal-Kerkûkê bû. Bi taybet piştî ku artêşa Iraqê xwest derbasî herêma Kormorê bibe û hat astengkirin, rageşiya li herêmê zêde bû. Ji niha û pê ve em ê navê xeta Çemçemal-Kerkûk-Qadir Kerem û Qada Gazê ya Kormorê pirr bêhtir bibihîzin. Lê girîngiya van herêman û tevgera leşkerî gelek beriya êrîşa li ser Tesîsên Kormorê dest pê kir. Her çend Çemçemal be jî, cihê ku divê em çavê xwe lê bigerînin Germiyan e.

Şirîkên Îranê yên li Germiyan kî ne?

Ji destpêka salên 2000an ve Îranê girîngiyeke taybet daye ser herêma Germiyan. Bi taybetî di sala 2012 an de bi pêvajoya geşepêdana Rojhilata Navîn re ev eleqa Îranê zêde bû. Lê ji bo Îranê pir zehmet bû ku rasterast li ser navê xwe li vir hebûna xwe saz bike. Tevî ku YNK ê piştgirî da hebûna Îranê ya li vir jî, lê girseya li dora YNK ê kom bûyî sînordar bû. Îranê rasterast dizanibû ku Heşda Şeibî nayê qebûlkirin. Artêşa Iraqê jî ji aliyê gel ve nahête qebûlkirin. Gelê herêmê Ji aliyê çandî ve dikaribû li dora rêxistineke ku navê wê kurd be bicive. Îranê ji bo stratejiya xwe PKK li herêma Germiyanê weke nûnerê xwe  destnîşan kir.

Heyva Şîe ya Îranê û Projeya Kembera Navîn a PKK ê

Kesê ku pîçek nexşerêyê bizane, dikare pêwendîya ji Germiyan dest pê dike, Kerkûk-Mexmûr-Mûsil dewam dike û heta Şengalê diçe, bibîne. Her wiha mirov dikare bibîne ku ev mişar heta Rojava diçe. Yanî Germiyan xala destpêkê ya plana Îranê a hîlala Şîe ya di nava xaka Herêma Kurdistanê de ye.

PKK ev xeta şîe ya Îranê ya ser bi Herêma Kurdistanê weke “herêma ku divê were demokratîkkirin” bi nav kir. Wî sedemên siyasî yên niştecihbûna li vê herêmê li gel Îranê hevdem meşand. Lê di esasê xwe de hêza ku PKK aniye vê qadê Îran bixwe ye.

Weke ku gerîlayên PKK ê qala wê diken û dibêjin “em hatin me Kerkûk rizgar kir” jî parçeyek ji vê pêvajoyê ye. Hêza ku gerîla aniye Kerkûkê Îran e. Li Qendîlê Îranê ji bo gerîlla biçin Kerkûkê pêşniyarek ji rêveberên PKK ê Mistafa Qarasu û Riza Altûn re kir. Hemû cihên ku gerîlla pêşî lê bi cih bûne li Kerkûkê Îranê destnîşan kir. Hemû mijar ji aliyê hêzên Îranê yên li herêmê ve hat birêvebirin. Wê demê rêxistina bi navê Heşda Şeibî nû bû û hêzên taybet ên rasterast girêdayî Îranê li herêmê zêde hebûn.

Sedema ku hêzên PKK ê li ser xeta Germiyan, Mexmûr, Şengalê bi cih bûne çiye!

Pêvajoya ku bi Kerkûkê dest pê kirî, bi Şengalê re berdewam kir. Hêza ku PKK li Şengalê bi cih kiriye Îran e. Di rastiyê de çavkaniyên YNK ê li kampa Mexmûrê jî heman agahiyan didin. Piştî êrişa Daîş ê li ser kempa Mexmûrê YNK herêmeke nû li nêzî Ranya ji bo kampa Mexmûrê destnîşan kiribû. Ji aliyê din ve Hikûmeta Herêma Kurdistanê cihekî din li nêzîkî Hewlêrê nîqaş dikir. Lê tevî xeterî û nerazîbûna gelê Mexmûr, rêveberiya PKK ê ya Qendîlê bi darê zorê ew dîsa şandin wargeha kevin a Mexmûrê. Ji ber ku kampa Mexmûrê li cihekî stratejîk e. herêma Kerkûk û Mûsilê bi hev re girê dide. Bi taybetî çîyayê Qereçox yê li ser Mexmûrê weke sînorê navbera Kurd û Ereban tê dîtin. Ji bo vê jî Îran dixwaze hêzên PKK ê li vê herêmê bimînin. Ji PKK ê re soz hatiye dayîn ku eger hêzeke leşkerî li kampa Mexmûrê bi cih bike, wê ev hêz di çarçoveya Heşda Şeibî de fermî bibe û ji dewleta Iraqê mûçe werbigire. Ya rastî ji bo kampê gelek çekên wek Doçka, BKC û hwd tên rêkirin.

Ango, Îran bi eşkere piştevaniya berfirehkirina erdên di bin desthilata PKK ê de weke hêzeke leşkerî li Herêma Kurdistanê dike, ne tenê piştevaniya wê dike, ew bixwe weke mîmar û rêvebirê vî proje sîyasî jî beşdar dibe.

PKK û Ketaib Hîzbollah li kêleka hev

Em dikarin bibêjin ku; PKK rola pasawanî yê ji bo Îranê li ser heyva Şîe dilîze. PKK ji sala 2014 an vir ve weke li Çemê Rêzan, Çemçemal, Germîyan, Kelar, Duzxurmatu, Kifrî, Qadir Kerem hwd… li gelek deveran bi cih bûne. Û li piraniya xalên li ser xeta Germîyan bi Heşda Şeibî re di nava pêwendî û hemahengî tevdiger. PKK li ser xeta Germîyan bi hêza tundrew a Heşdî Şeibî ya Şîe ya bi navê Ketaib Hîzbollah re hevahengiyê dike. Herî dawî mûşekên avêtî bîrên xaza Kormorê ji hêla dostên PKK ve yanî Ketaib Hizbullahê hatibûn avêtin. Ketaib Hizbullah îdia kir ku Kormor ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye gulebarankirin û çapemeniya PKK ê jî ev nûçe weke agahiyên pêbawer di medyaya xwe de parve kiriye.

Ev tevnê têkiliyên tarî û ne yasayî bi rastî jî nîşan dide ku bi giştî di ser xeta Germîyan de hin pêşketinên metirsîdar hene û herêm dê di demeke nêz de germ bibe û bibe navenda êrîşên li ser Herêma Kurdistanê, û dê ev herêm anku Germiyan ber bi Şingala duyemve biçe.

Yanî em dizanin ku xiyaneta li Şingalê li ser Herêma Kurdistanê tê kirin bi hevkariya Heşda Şeibî heman tişt li Germiyan jî dihête plan kirin.

Hat zanîn ku PKK li ser xeta Germiyan bi navê Hêzên Parastina Cewherî gelek ciwana perwerde dike. PKK ê niha hewldanên xwe zêde kiriye ku li vê herêmê yekîneyên nîzamî bi rêxistin bike û weke Şingalê bike beşek ji Heşdî Şeibî. Herwiha di nava zanyariyên hatine bi dest xistin de, bi taybetî di vê heyama dawî de hêz ji aliyê Pênciwîn û Asosê, ber bi Kerkûkê û bi taybet bo Çemçemal hatiye veguhestin.

Ev berdewama xiyaneta 16 ê Cotmehê ya Kerkûkê ye?

Piştî ku artêşa Iraqê û Heşdî Şeibî di 16 ê cotmehê de êrişî Kerkûkê kirin û dagir kirin. Dixwestin bikevin Pirdê ji wir heya Koyê pêşde biçin û xeta dinavbera Silêmanî û Hewlêrê bigirin. Lê bi berxwedana Pirdê ve ev plane têkçû û mecbûr man xwe şûnda vekşin. Rastîya vê plan û êrişê ew bû ku statûya Herêma Kurdistanê têkbinin û sîstema parêzgehan damezrînin. Lê hesaba malê û sûkê ji hev negirt. Berxwedana Pêşmergê Kurdistanê a Pirdê hemû plan û projên neyara tekbirin.

Pustên heman beş