56 sal li ser şehîdkirina Serokê PDKT Faik Bucak de derbas dibin

Faîk-Bûcak

Serokê PDKT welatperwer û rêberek dilsoz ê tevgera azadixwaza Kurdistanê Faik Bucak di roja 5.7.1966ê encama êrîşek çekdar ji aliyê hêzên tarî ve hate şehidkirin.

Bucak ji berî niha 56 sala hate şehîdkirin, lê bîr û baweriya wî û tekoşîna ku kirî hêja di nava tevgera azadixwaza Kurdistanê de dijî, doza wî destpêkirî berdewam e.

Faik Bucak kesayetek zane,niştimanperwer û rêberek dilsozê doza miletê xwe bû. Bucak demekî de ku piraniya Kurda di nava refên partiyên çepên Tirk wek TIPê de bûn, ewî terciha xwe li ser xeta netewî kir û di nava refên PDKT de cih girt û bû serokê PDKTê.

Bucak ji ailî aliyê xwe yê siyasî helbestvanek baş bû jî.

Kesayet û siyasetmedarên wek Faik Bucak nayên ji bîrkirin ew her tim di xebata li ser xeta netewî de dijîn û wek nirxek hêja yê miletê xwe têne bi bîranîn.

Pustên heman beş