Medyaya Başûr tevirkî li çoka xwe dide

Operasyona Pençe Qufil ya ku di Nîsana 2022an de ji aliyê artêşa Tirkîyê ve hatibû destpêkirin berdewam dike. Her du alî jî hema hema her roj agahiyên derbarê operasyonê de parve dikin. Ger em li bîlançoyên ku her du alî ji roja ewil ve belavdikin binêrin, hejmara kesên ku heta niha jiyana xwe ji dest dane 3000 kes derbas dike.

Gava kesên ku di warê siyasî, civaknasî û leşkerî de li van bîlançoyên ku hatine dayîn binêre, di cih de têdigihîje ku hejmarên her du alî di derbarê windahîyan û hwd de dane ne rast in. Her du alî jî bûyerên nerealîst tenê ji bo ku layangirên xwe motîve bikin û serkeftinekê li ser medyayê bi dest bixin dibêjin.

Bi taybetî em dikarin bibêjin ku PKK’eya ku di van salên dawî de li Bakurê Kurdistanê şikestineke leşkerî ya mezin xwarîye, di xapandina raya Kurd ji bo belavkirinina nûçeyên nerast de serkeftîtir e. Di rastiyê de tê gotin ku PKK ji sedî 60 a hêza xwe daye ser şerê çapemeniyê. Yanî PKK li ser medyayê hewl dide şer û serkeftinê bi dest bixe.

Helwesta kêm a çapemeniya Herêma Kurdistanê

Di vê navberê de her du alî jî şerekî propagandayê dikin. Lê mixabin dezgehên ragihandinê yên Herêma Kurdistanê bi kopî-pastkirina nûçeyên ku PKK û dewleta Tirk belav dike ve xizmeta wan herdû aliyan dike, raya giştî ji rastiya bûyerên diqewimin agahdar nakin. Dema ku gulleyek li qadekê diteqe, di medyaya civakî de yekser weke nûçeya lezgîn derbas dibe û di nişka ve bi rêya medyaya civakî bi manşeta “Gerîlayên HPG’ê li baregeha Tirk xistine” an jî “du gerîlla hatin kuştin” belavdibe. Lê medyaya Herêma Kurdistanê nikare asta pevçûnan û armanca şer a rast çî ye deşîfre bike.

Ji ber vê yekê gel ê ku li herêma pevçûnê najîn, propagandaya ku tê kirin wek rast dihesibînin. Çend vîdyoyên pevçûnê yên ku layangiran belav kirine û dengê çend roketan mîna asta şer dibinin.

Yên ku aliyên PKK’ê rexne dikin û heta yên ku hewl didin bîlançoya rastîn a şerê di navbera artêşa tirk û PKK’ê yê li Herêma Kurdistanê de biweşînin, rastî êrîşa her du aliyan tên. Bi taybetî jî PKK’e di vî warî de şerekî taybet û zexteke psîkolojîk li ser medyaya kurdî çêdike. PKK windahiyên xwe vedişêre hewlên deşîfrekirina derewên wê jî weke xiyaneta li Kurdan tê nirxandin.

Lê helwêsta medyaya Kurdistanî ya rast ne tenê parvekirina hejmara kuştî-birîndara û vîdyoya pevçûnan e, erka esasî deşîfrekirina armanç û mebesta vî şerê wêrankar e.

Vala derxistina propagandaya reş a PKK’ê

Heta niha medyaya Herêma Kurdistanê nekariye sedemên sereke yên şerê PKK’ê û artêşa Tirk deşîfre bike. Dev ji vê yekê berdin, nikare bi têra xwe rave bike ku rawestana van operasyona ne erkê Herêma Kurdistanê ye, erkê dewleta Iraqê ye. Ji raya giştî a Kurd hê jî baş ne daye famkirin ku Tirkiye van operasyonan li ser bingeha kîjan peymanan pêk tîne.

Ji bo vê jî qad ji bo çapemeniya PKK’ê vala hatî ye hiştin. Medyaya PKK ê bi berdewamî îdia dike ku Herêma Kurdistanê bi Tirkiyê re operasyoneke hevbeş pêk tîne û Pêşmerge li dijî gerîla şer dike. Medyaya Kurdistanî jî hêj bersiva vê yekê neda ye.

Lêbelê, heke em mînakek pir hêsan bidin; Herî dawî medyaya PKK’ê nivîsîbû ku artêşa Tirkiyê ji Başûrê Kurdistanê hatiye çiyayê ku jê re dibêjin Girê Hekkarî ku ji navenda bajarê Amedîyê jî tê dîtin. Yanî li gorî medyaya PKK’ê, leşkerên Tirkiyê hatin navenda bajarê Amedîyê û ji wir derbasî herêma Nihêlê bûn. Wê demê divê hemû gelê Amêdî û Nihêlê ev yek dîtiba. Kurdên ku niha medyaya PKK’ê dişopînin, bi taybetî jî gelê Bakurê Kurdistanê vê derewê weke rastî dizanin. Lêbelê, tiştek wisa qed tune. Dewleta Tirk bi balafirên ku ji Amedê rabibûn êrişî Girê Hekkarî kiri bû. Bi helîkopterên ku ji nevçeya Çelê radibûn leşker kêşan nav Nihêlîyan. Ger nûçegîhanek biçe devera Amêdî û Nihêlê ji gundîyan bipirse “gelo leşkerê Tirkan li nava gundên wera derbasî sere Metînî bûye” dê her wê gavê derewên PKK’ê werin pûçkirin. Lê mixabin, tu medya û rojnamevan vê yekê nake.

Xwe ji nû ve birêxistin kirin

Her çiqas medyaya Kurdistanî di warê teknîkî de xwe pêşxistibe jî, ji bo eşkerekirina rastiyê bi naveroka nûçeyê û dayîna bersivên rast ji bo pirsên rast pir kêm dimîne. Ji bo derbaskirina vê jî divê çapemenî ji nû ve û li gorî şert û mercên nû xwe sererast bike, xwe perwerde bike û xwe biguhere. Erê nîyetekî pak heye, lê bi qasî nîyeta pak xwe perwerdekirin û guherandin jî pêwîstiyek e.

Têkiliyeke çawa di navbera PKK û hêzên artêşa Tirk yên li Kanîmasê û Şeladizê heye?

Ger berxwedanek wisa mezin hebe çima li çiyayên Bakurê Kurdistanê dengê yek fîşek jî nayê bihîstin? Qarayilan di axaftina xwe ya 1 ê Gulanê ya li ANF ê de hatî weşandin da got, ew êrîşa li dijî binkeya Tirk a li Şêladizê êrîşeke hişyariyê bû.

Qarayilan got, “Ji ber vê yekê hişyariyek bû ku ev hêzên dagirker ên berê li Başûr bi cih bûne, ku nekevin nava vî şerî de. Ger ev hêz tevlî şer bibin wê li her derê bibin armanca hêzên me. Ev derfet me hene. Em bawerin ku ev peyama min wê bigihêje cîyê pêwendîdar.” Qarayilan, ku ev axaftin bi cihaza bêtêl a mezin kir, peyamek nerasterast ji hêzên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê re şand. Ev tê wê wateyê ku PKK li Başûrê Kurdistanê bi hinek hêzên dagirker ên dewleta Tirk re şer dike, bi hinekan re şer nake. Mînak li Şêladizê şerê hêzên tirka nedikir ji berku di navbera wan de hevdîtin û lihevkirin hebû. PKK û hêzên Tirk yên Şêladizê peymana bêşerîyê çêkiri bûn. Lê ev peymana kevin bi vê operasyona dawî a Zapê têkçû.

Pustên heman beş