Mesela partiya Abdullah (PKK) ya “Em xwediyê rojava ne” çîroka rêwîyê ku rastî kesek li kerê xwe siwar bûye têne bîra min dema gotî: Ma tu bi xwe re min li “kerê xwe” siwar nakî. ”? Û dema ku xwediyê kerê ew li pişt xwe li ker siwar kir, rêwî piştî demekê got: “Kerê te” çiqas xurt e.. Paşê piştî demjimerke din jê re dîsa got: Bi Xwedê “kerê me” çiqas xurt e.. Piştî ku dilnizmî û nermiya xwediyê kerê dît, wî bi lingê xwe xwediyê kerê dehf da û got: De were xwarê li ser “Kerê min”. Û ev jî çîroka partiya Ebdullah e (PKK) bi kurdên Sûrî re, mal û milk bi darê zorê ji wan distîne û zarokên wan direvîne lê her sist û nerm û xemsarin, lema êdî dibêjin em xwediyê vê xakê ne , tevî ku cihê xwe li kurdistana tirkî çol kirine û neçin li wir jî kozika mirîşkekê rizgar bikin.
Mixabin bêdengiya kurdan bû sedema ku partiya Ebdullah (PKK) dest bi wê baweriyê kir ku ew ji partiyên din cuda û taybet e û ew partiya rizgarker e (partiya zarokên revandî û bi xwîna wan bihêz bûye). lê – bêyî ravekirinekê, ku dê û bavên wan zarokan ji karûkiriyarên PKKê razî bûn bi revandina zarokên wan yan jî ji destdirêjî û zikreşiya PKK û çavsoriya ku ji kurdan dihilîne. Gelo PKK hestên van keç û xortan ji dîmenên şer dide diyar kirin ku di xeyalên wan de asê maye.
Dîmenên dubare yên revandina zarokan li ser destê PKK pêk tê û ji aliyê Kurdan ve tête temaşekirin, û ev buyerên wisa çewt veguherî tiştên asayî bûne, li şûna redkirin û şermezarkirina wan, êdî kurd razîbêna xwe bo pkkê didin xuye kirin û tewanên PKKê qebûl kirin. Ev hemî sedem eşkerne ku partiya Ebdullah (PKK) xwedî têgihiştina girîngiya xwe bibe, û derew, viran bike li ser mezinkirina destkeftiyên xwe.
Derbarê revandina zarokan, rewşenbîr û nivîskar jî ev yek paşguhkirin û ne cihê dilêşiyê ye ewqas, ev diyarde ji bo wan bûye rewşek asan û asayî û li ber çavên wan derbas dibe, bêyî ku piçekî poşman bibin û kêmtir berpirsiyarî û bêhesibandineke eşkere. tu ziyanek di eşkerekirina çarenivîsa zarokan de nîne, lê piraniya wan hewl didin ku zelal bikin ku PKK tevî ku zarokan dide kuştin ew welatparêz e!
Maher Hassan