PYDê kadroyekê din ê îstixbarata xwe tasifye kir

pyd-qetil-istxbaratderk-rojava-rmelan-til-kocer (2)

Partiya Yekêtîya Demokratîk PYDê, baskê PKKê yê Rojava Kurdistanê, tewaneke din a tasifyekirnê encam da, piştî ku li rojên rabûrî kadroyekê xwe yê hêza taybet a Îstixbarata partiyê tasifye kirî.

Çavkaniyên taybet yên pêgeha “Darka Mazî” li Rojava welat eşkere kirine, Îstixbarata PYDê li meha rabûrî kadroyekê xwe yê bi navê “Gavar Amed” ku endamê Îstixbarata partiyê û hêza wê ya taybet bû, li Til Koçer a navçeya Dêrikê kuştiye û cesedê wî avêtin nêzî kêlgehên petrol a Rimêlanê.

Destnîşan kir, cesedê “Gavar” yê endamê îstixbarata PYDê li roja 4 xizîrana 2022ê li nêzî kêlgehên petrolê yên Rimêlan a navçeya Dêrikê hat dîtin, piştre bo Edliya dad a nexweşxaneya Dêrikê hat veguhestin.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” agahî derbarê kuştina vî kadroyê Îstixbarata PYDê dest xistine, li gorî wan agahiyan PYDê mijara kuştina “Gavar” ku ji Bakurê Kurdistanê ye û navê dayîka wî Amîne ye veşartî hiştiye û ew dixwaze li rojên pêş me wî weke şehîd îlan bike.

pyd-qetil-istxbaratderk-rojava-rmelan-til-kocer (2)

Hêjay gotinê ye, pêgeha “Darka Mazî” li 23 xizîrana îsal 2022 tewaneka hem awa a PYDê parvekirbû, wexta ku Asayîşa Partiyê bi awayek veşartî li meha nîsana 2022 du şervanên HSDê yên bi navên “Egît û Çekdar” ku ew jî ji Bakurê Kurdistanê bûn, li sînorê qezaya Dêrikê kuştîn, piştre cesedên wan veguhestbûn Edlîya nexweşxaneya Dêrikê.

Pustên heman beş