Li devera Şêrwan Mezin 55 gund ji ber PKKê hatine valakirin

Li devera Şêrwan Mezin 55 gund ji ber PKKê hatine valakirin

Qaymeqamê nahiya Şêrwan mezin ya Mêrgesorê dibêje, ji ber PKKê bi dehan gundên deverê hatine valakirin û ziyanek mezin gihîştiye xelkê deverê.

Qaymeqamê nahiya Şêrwan Mezin ya bajarokê Mêrgesorê, Kovan Reşîd ragihand, li devera me PKKê bûye serêşe bo xelkê deverê û ziyanek mezin gihîştiye xelkê.

Kovan Reşîd her wiha got, li devera me 73 gund hene. Ji wan gundan tenê 18 gund xelk tê de hene, 55 gund vala bûne. Hemû jî ji ber şerê PKKê ye.

Qaymeqamê nahiya Şêrwan Mezin da xuyakirin, ji bilî valakirina gundan û ziyanên madî, komek welatî jî ji ber şerê PKKê şehîd bûne.

Pustên heman beş