Li pişt gotinên dijminane yên HDP’ê li dijî Herêma Kurdistanê çi heye?

Her kes hemfikire ku êrîşa Perexê êrîşeke li ser hebûna Herêma Kurdistanê. Du aliyên ku ne hemfikir hene. Ya yekem dewleta Tirk e, ya duyemîn jî HDP’e ye. Her du jî hewl didin ku meselê bi kurdan ve girêbidin. Dewleta Tirk vê yekê weke “Êrîşa terorê” bi nav dike û HDP jî dibêje ku “PDK’ê pêşiya vê êrişê vekirîye”

Li Tirkiyê ti yek ji partiyên opozsyonê nego AK partî berpirsyare ji bûyera Perexê, ew baş dizanin sûçbarkirina AK partiyê bi wateya sûçbarkirina hikûmeta Tirkiyê tê, ev yek li cem wan bi sûçeke herî mezin tê zanîn, partiyên opozisyon di Tirkiyê de derbarê vê mijarê yan bê deng man mil bi milê AK partiyê PKK’e sûçbar kir, wan nexwest bi daxuyaniyên xwe ti fişarekî li ser Hikûmeta Tirkiyê bikin, ji ber ku ev yek li dijî nirxên wan ên netewîye û di her alî de wê netewa wan zirarmenda serekî be ger karekî bi vî awa bikin. Berevajî partiyên li Kurdistanê xwe bi opozisyon dizanin û li her mecalekî digerin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi her tiştekî sûçbar bikin, Mixabin HDP’e ya ku xwe bi partiyeke kurd dide zanîn, berevajî tev partiyên din di bin navê PDK’ê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê sûçbar kir, bê guman ev yek jî dikeve di xizmeta dewleta Tirkiyê de û li dijî nirxên netewî yên kurdane.

Bi rastî em ji êrîşa dewleta Tirk a li ser Kurdan natirsin. Dewleta Tirk 100 salin êrîşî Kurdan dike. Em ji HDP’e ya ku cilûbergê kurdî li xwe kirî û êrîşî Kurdan dike ditirsin. Ji ber ku HDP veguheriye bizaveke ku bi cil û berg û bi pûsê kurdan, pişt ve Kurdan xencer dike.

Perex hat topbarankirin. Ev êriş Ji bo Herêma Kurdistanê derbeke mezin bû. Herêma Kurdistanê hem di warê siyasî, hem jî di warê aborî û hem jî di warê ewlehiyê de derbeke mezin xwar. Lê HDP’ê despêkê êrîşî Herêma Kurdistanê kir. Komek bi pêşengiya Parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan li Wanê pankarta “Kujer AKP û PDK ne” rakirin. Piştre yek ji hevserokên berê yên HDP ê Sezaî Temellî jî got, “Ji ber ku PDK bûye sedema vê yekê ev bûyer pêk tê.” Piştî vê yekê Cîgira Serokê Giştî yê HDP ê Tûlay Hatimogullari axivî û got, “PDK ê rê li ber operasyonê vekir”.

Em lê zêde bikin ku li kêleka van agahiyan hem dem Sezaî Temelli û Tûlay Hatimogulları ne kurd in û herdu jî ji çepên tirkan in. Tûlay Hatimogullari hevseroka berê ya Partiya Rizgarîxwaza Sosyalîst ya çepê Tirkan bû.

Em li dîmenê dinêrin, Herêma Kurdistanê mexdûr e, lê dîsa Herêma Kurdistanê tê sûcdar kirin. Hûn li HDP’eya ku dibêje PDK sûcdar e nenêrîn, HDP bi paradigmaya xwe ve dijminatiya Herêma Kurdistanê dike. Ew berdevkê dewleta Tirk in. Mijara sereke jî eve ku dewleta Tirk û HDP hebûna Hikûmeta federal a Kurdistanê qebûl nakin.

Erê rast e. Jixwe ji bo vê HDP hatiye avakirin. Kesên ku nizanin HDP çawa hatiye avakirin heta niha nikarin fêm bikin ka çima HDP li derve û li hemberî PDK’ê derketiye.

Belê, ev rastî ye. li Rojhilata navîn Dewleta Tirk û PKK serkêşîya hêzên ku naxwazin Kurd bi serê xwe  xwerêve bibin dike. PKK jî ji Ala Kurdistanê re dibêje ala PDK. Dewleta Tirk jê re dibêje Bakurê Iraqê. Herdu hêzan jî qebûl nekirin ku di şexsê PDK’ê de Kurd bibin xwedî pêkhateyeke rewa û federal. Û li vir bi hevkariya van her du pêkhateyên dewleta Tirk- PKK’ê HDP’e hate avakirin. Ocelan û Hakan Fîdan hîmê HDP’ê di 15ê Cotmeha 2012an de li îmraliyê danan. Ne ku tenê em vê dibêjin, Evdila Ocelan bi xwe û wezîrê navxwe yê berê Beşîr Atalay vê yeke dibêje.

Ocalan bi xwe jî ev yek ji heyeta ku di 14ê Nîsana 2013an de bi wî re hevdîtin pêk anî, Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder re gotibû. Ocalan dibêje ji bo HDP-HDK’ê bi heyeta MÎT ê re hevdîtin pêk aniye û bi heyeta MÎT ê re li hev kirine ku ev pêkhate ango HDP çepgir bin. Ev axaftin bi belge ne. Yanî Ocalan û Musteşarê MÎT ê Hakan Fîdan biryar dan ku HDP bibe pêkhateyeke çepê Tirk. Hebûna çepê Tirkan di nava bizavên Kurdan de cihê guman û şikê ye. ji bilî çend kesên tirk yên durist pêve, ji salên 1970 vir ve çepê Tirk yê dinav hereketên Kurdan de tenê nûnertîya dewelta tirk a Kûr û îstixbarata Tirk Mît ê kirin e. ger hûn li dîroka tekoşîna 40 salan ya bakûrê Kurdistanê binerin hûnê vê yekê pir bi zelalî bibinin.

Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Beşîr Atalay di 14 ê Tîrmeha 2012an de digot “MÎT ê HDP ava kir”. Heman Atalay di 30ê Hezîrana 2015an de got, “Rastî rexne li ser HDP’ê hebûn. Me di siyasetê de roleke bi bandor da HDP’ê û me HDP’e bi hêz kir.”

Erê, bêyî ku mirov vê rastiyê bibînin, mirov nikarin rabin û bibêjin kurd dengên xwe didin HDP ê, HDP Partîya Kurdan e. Belê, dinav HDP’ê de kurdên welatparêz hene, di nav HDP ê de kurdên ku rastî zilmê hatine hene, di nav HDP ê de jî kurdên resen hene. Lê HDP ne di bin rêveberiya van kurdên welatparêz da ye. Rêvebirîya HDP’ê di destê kesên bi PKK’ê û MÎT ê re li hev kirine daye û merceên biryarê ne.

Di nav HDP ê de yên pîçek welatparêzî pere heyî tên girtin û direvin vir de wir de, lê Belê wekîlên çepên tirk ên wek Tûlay Hatimogulları, Sirri Sûreyya Onder û hwd, bi rihetî li cihê xwe rûniştinî ne.

Ji bilî van PKK’eyîyên wek Dîrayet Taşdemîr, Alîcan Ûnlû, Tayyîp Temel, Fatma Kûrtulan, Feleknas Uca jî hene. Her wiha ji Stenbol û Enqereyê bi balafirê diçin Silêmaniyê û nameyên di navbera HDP û PKK’ê de tînin û dibin. Bi Sabrî Ok û Besê Hozat re hevdîtin dikin û li Enqereyê talîmatan didin HDP’ê. Lê ew li ciyên xwe yên rehet rûniştine. Çima ciwanekî Amedî ji ber dirûşmeyan tê gulebarankirin, lê ev kes qet nayên girtin?

Yanî PKK û MÎT bi hev re biryar didin ka kî bê girtin û kî neyê girtin.

Belê, PKK û MÎT bi hev re HDP ava kirin. Di dema ku hatî damezrandin de, ji bo ku Kurdên Bakur ji mafê xwerêveberiyê dûr bixin û bixin nava hewldana demokratîkbûyîna dewleta Tirk, hatin erkdarkirin. Ji ber vê yekê ye ku HDP her carê êrişî PDK ê, Pêşmergê Kurdistan û Hikûmeta herêma kurdistanê dikin. Ji ber vê yekê ye ku ewqas bêexlaqî û bêedeb êrişî ser nirxên netewaya Kurd dikin. Ji ber vê jî bû dema ku Herêma Kurdistanê ji ber êrîşa Perexê dinale HDP’e şûna ku dagirkerîya Tirk şermezar bike, dijî “PDK û Barzanî” meş darxistin û êrişî Herêma Kurdistanê kirin.

Pustên heman beş