Fermandarekî HSDê di êrîşa droneke Tirkiyê de canê xwe ji dest da

Fermandarekî HSDê di êrîşa droneke Tirkiyê de canê xwe ji dest da

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, droneke artêşa Tirkiyê otomobîleke fermandarekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li nêzîkî Girê Sipî kire armanc.

Rewangehê belav kir, droneke artêşa Tirkiyê şeva borî otomobîla fermandarekî HSDê li gundê Bîr Ereb yê ser bi Girê Sipî ve bombebaran kir û di encamê de, ew fermandarê HSDê hat kuştin.

Heta niha ji aliyê HSDê ve ti piştrastkirin yan redkirin derbarê vê êrîşê de nehatiye dayîn.

Ev êrîş piştî wê tê, droneke artêşa Tirkiyê roja 22ê vê mehê otomobîleke HSDê li ser riya Qamişlo – Tirbesipiyê bombebaran kir û tê de Cîgira Fermandarê Giştî yê HSDê Selwa Yûsif (Jiyan Efrîn) û du şervanên din ên jin hatin kuştin.

Demek e, Tirkiye gefa operasyonek nû li ser Til Rifat û Minbicê dixwe. Tirkiyê û komên çekdar jî hêzên zêdetir li nêzîkî wan her du bajaran kom kirine û ew hêz xistine rewşa amadehiyê.

Pustên heman beş