‌Heya niha 8 hezar kurd li Efrînê hatine revandin

‌Heya niha 8 hezar kurd li Efrînê hatine revandin

Grûpên Çekdar ên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 3 kesên sivîl ji gundekî Efrînê revandin.

Jêderekî ji bajarê Efrînê ji K24ê re ragihand, hêzeke Polîsa Leşkerî hefteya borî 3 welatî (Xelîl Hekîm, Rifet Ehmed Zênkî û Mistefa Kemal Kurdî) ji gundê Memila yê li navçeya Raco ve revandin.

Wî jêderî got jî, piştî ku Mistefa Kemal Kurdî yek hezar lîreyên Tirkî û 250 dolarên Amerîkî wek fidye da çekdaran, ew hate berdan. Her du kesên din jî hîn çarenivîsa wan ne diyar e.

Li gor çalakvanên Efrînê, Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, zêdetir ji 8 hezar Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.

Her wiha çalakvan dibêjin, grûpên çekdaran bi armanca standina pere, fidye û bacan ji Kurdên Efrînê, wan hemûyan bi pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re tometbar dikin.

Pustên heman beş