Îstixbarata Tirkiyê di 3 rojan de du berpirsên PKKê kuştine

erhan arman-nusret-ypg-pkk-kobane-heseke-turket-mit

Îstixbarata dewleta Tirk, îro kuştina endamê konseya rêveberiya Kobanê ya YPGê “Erhan Arman” ragihand, kuştina Erhan bi 3 rojan paş kuştina “Nusret Tebîş” berpirsê PKKê li Hesekê tê.

Dezgeha Hewalgiriya Tirkiyê (MÎT) ragihand, endamê rêveberiya YPG’ê Erhan Arman ê bi nasnavê Berxwedan Muş, li Kobanê di operasyoneke taybet de hat kuştin.

Hat ragihandin ku Erhan Arman di sala 2012an de dema ew ê beşdarî PKKyê bûbûya hat girtin û paşê hat berdan. Piştre jî di sala 2013an de li Mûşê tevlî PKKê bû.

Ev yek di demekê de ye, duh jî ajansa “Anadolu” belav kir, hêzên MÎTê endamê PKKê Nusret Tebîş ê bi nasnavê “Rustem” li Hesekê kuşt ku destê wî di êrîşa navçeya Gungoren a Stenbolê ya di 27ê Tîrmeha 2008an de hebû.

Zêdetirî du mehan e Tirkiye gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê dixwe û êrîşên xwe li ser Rojavayê Kurdistanê û deverên di destê HSDê de zêde kirine.

Pustên heman beş