Em di salvegera 8 emîn a jenosîda Şingalê de, yên hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin, rehmê ji wan re dixwazin, berpirsiyarên vê karesatê û hêzên li pişt wan bi kerb û nefret şermezar dikin.
Yekane tişta ku dê aramiyê bigihîne Şingalê ewe ku bibe parêzgehek li ser Herêma Kurdistanê
Jenosîda Şingalê an jî weke ku Kurdên Êzidî dibêjin fermana 73. a rastî bi plansaziyek herêmî hat kirin. Di Komkujiya Şingalê de destê Tirkiye û Îranê jî hebû. Li ser Şingalê hewl hat dayîn bijardeya serxwebûna Herêma Kurdistanê bê astengkirin û ev rewş hê jî didome. Em dikarin bibêjin ku çarenûsa Şingalê bi rastî jî bi qedera Herêma Kurdistanê ve girêdayî ye. Yekane tişta ku wê aramiyê bîne Şingal û Êzîdxanê ewe ku Şingal bi serê xwe weke parêzgeh û di nav sînorên Herêma Kurdistanê de were birêvebirin. Sîstema Parêzgehên Herêma Kurdistanê sîstemeke ku rê li ber rêveberiya herêmî vedike. Eger Şingal piştî Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebçe bibe pêncemîn parêzgeha Herêma Kurdistanê, dê ew bêaramîya deverê ji holê rabe. Wekî din, piştî fermana 73 a DAÎŞê, Êzidî û gelê Şingalê fermana 74 an dijîn.
PKK’e ji êş û azarên Êzidîyan sûd werdigire
Yekane rêya rizgarbûna Êzidîyan ji fermana 74an jî tevlîbûna Herêma Kurdistanê ye. Şingal niha erdek bê av, bê ceyran û belengaz e ku tê de komên Heşdî Şeibî yên Şîe û baskê wan yê PKK’ê lê digerin, her roj cînayet lê tên kirin û xeta bazirganiya tiryakê ya ku ji Îranê heta Sûriyê dirêj dibe, li ser wir derbas dibe. Nahêlin Êzidî birînên xwe bipêçin. Hêzek jî heye hewl dide fermana 74 an a Êzidîyan nedîtî encam bide, ew jî PKK’e ye.
PKK’e hewl dide li ser xwîn, jiyan û êşa Êzidîyan sûd werbigire. Hewl dide Êzidîyan ji Herêma Kurdistanê veqetîne. PKK’e di berdêla qutkirina Şingalê ji Herêma Kurdistanê de daxwaza fermîkirina Îranê li Iraqê dike. Yanî her du dîplomatên PKK’ê ku li taxê lux Kerade yê Bexdayê bijîn, li ser Êzidîyan sûdê werbigirin, ji Îranê çekan bistîne û Hikûmeta Iraqê rê bide ku hinek kadroyên bîne û bibe Ewropayê. Ji bo vê jî divê navekî zelal li hebûna PKK’ê ya li Şingalê bê kirin ew jî eve ku bibêjîn: PKK’e li Şingalê hêzeka dagirker e.
PKK’e bi mirina Êzidîyan kêfxweş e
PKK’e ji êşa, ji rondika, ji ciwana, ji çiya, ji kal û pîra, ji mirina mirovan û gorên Êzidîyan sûd werdigire. Kuştina Êzidîyan ji bo PKK’ê ti wateya xwe nîne. Berovajî vê yekê, PKK’e di wê baweriyê de ye ku her ku Êzidî bimirin, wê têkiliya xwînê ya di navbera wan de xurt bibe û bi mirina Êzidîyan kêfxweş dibe.
PKK’e ji bo Êzidîyan îstîsmar bike, hem Êzidîyan li hemberî hev derdixe û hem jî Êzidîyan li dijî Herêma Kurdistanê provoke dike. PKK’e di nava Êzidîyan de hin nakokiyên dîrokî kûr dike. PKK’e nakokiyên olî dinavbera Şingal û Şêxan de kûr dike. PKK’e nakokiyên di navbera eşîr û binemalan de kûrtir dike. PKK’e dest werdanê li sîstema dîyaneta Êzdiyatîyê dike. PKK’e Êzîdiyan hem ji Kurdayetiyê û hem jî ji Êziditiyê dûr dixe. PKK’e ji bo ku Êzîdiyan li gor dilê xwe bi kar bîne, dixwaze Êzidiyên PKK’ê bi afirîne.
Divê li dijî propagandaya nefretê ya ku ji aliyê PKK’ê ve tê meşandin, têkoşîn bê dayîn.
Divê em vê rastiyê hem ji Êzidîyan re û hem jî ji hemû Kurdan re bi awayekî vekirî bêjin. Ji ber ku PKK’e li ser Şingalê siyaseteke qirêj dimeşîne û di nava Kurdan de nakokîyan belav dike. Divê êdî PKK’e destê xwe ji pêçîya Êzdîyan bikşîne. Ji ber ku PKK’e vê yekê nake, divê welatparêzên Kurd yên resen PKK’ê ji ser pişta Êzidîyan dabixînin. Ev yek bi tenê bi dîplomasî çênabe, ji bo vê jî divê atmosfera ku PKK’ê di qada fikir-propagandayê de afirandiye bê şikandin û Êzidî li ser binyatê xwe rêxistin bibin.
PKK’ê di sala 2014an de li Şingalê bi rêya çapemeniyê serwerîyek mezin a derûnî bi dest xist. Ew serdestiya xwe li dijî Kurdan bikar anî. Hewl dida Kurdan li hemberî hev derxîne. Bi rastî, ti têkiliya wê propagandayê bi rastiyê re tune bû.
Berpirsên Herêma Kurdistanê ti bersiv nedan propagandaya PKK’ê
Çapemeniya PKK’ê nehişt ku rastiya bûyerên li Şingalê qewimîn bigihîje raya giştî. Kêm Kurd rastiya ku niha li Şingalê diqewime dizanin.
Bo mînak; Nizane Şingal hê jî di bin dorpêçê de ye û tu hêz nikare alîkariyê bigihînê. Nayê zanîn ku Pêşmergeyan dema dixwestin alîkariyê bigihînin Şingalê bi dehan şehîd dane. Nayê zanîn ku ji nişka ve artêşa Iraqê her der çol kirîye loma jî DAÎŞ li wir di amadebaşiyê da ye. Dema bûyer dest pê kirin, roja ewilî Pêşmerge daketibûn Çiyayê Şingalê û ji ber ku PKK’ê rê neda operasyon li gundê Koço bê kirin, qetlîama gundê Koço rûda. Derewa ku PKK’e dibêje me bi 12 kesan Êzidî rizgar kirine, hê jî tê bawer kirin!.
Ya ku bû sedem ev derewa PKK’ê ewqas belav bibe ewe ku rayedarên Pêşmerge bûyerên Şingalê ji raya giştî re negotin. Dema ku Pêşmerge diçûn Şingalê rizgar bikin, li Zumar bi dehan şehîd dan. Bi dehan Pêşmergeyên ji zarokên gelê Behdînan li Zumarê di rêya Şingalê de şehîd bûn. Van şehîdan dixwestin rêka rizgar bûnê vekin. Pêşmerge bi helîkopteran daketin Çiyayê Şingalê. Û di dawiya her tiştî de xeletî jî hatin dîtin û Pêşmerge demekî zû de hate seferber kirin. Serok Barzanî bi xwe operasyona Şingalê bi rê ve bir û navenda bajarê Şingalê rizgar kir. Li Zaxo heya Silêmanî yê gel nanê xwe bi gelê Êzidî re parve kir. Herêma Kurdistanê ji bo Êzidîyan bi hemû îmkan û derfetên xwe ve seferber bû.
Lê mixabin ji ber ku rayedarên Herêma Kurdistanê û Pêşmerge di asta pêwîst de derewên PKK’ê ya li ser Şingalê eşkere nekirin, karê ku Pêşmerge û Herêma Kurdistanê ji bo Kurdên Êzidî û Şingalê kirî, bi qasî derewa PKK’ê bandor û xuya ne bû. Rayedarên Herêma Kurdistanê derewa PKK’ê ya li ser Şingalê şermezar kirin, hêsan dîtin lê nexwest bi şêwazê wan bersiv bidin. Lê belê PKK’ê siyaseta xwe ya fitne û fesadîyê li Şingalê berdewam kir.
Niha dema wê hatiye ku mirov bibêje êdî bisekine. Bi dehan broşur, wêneyên Pêşmergeyên ku li wir jiyana xwe ji dest dane û şahidên wan bûyeran, divê ji cîhanê re bibêjin ku Herêma Kurdistanê ka çiqasî ji bo rizgarkirina Şingalê ji destê DAÎŞê tevgeriya û ka çawa Serok Barzanî operasyona rizgarkirina Şingalê li wan çiya û zinaran birêve bir. Tişta ku li dijî fesadîyên PKK’ê yên li Şingalê bê kirin, dê ew be ku lêkolînek li ser rastiya Şingalê bê kirin û êncamên wê bi gelê Kurd re were parvekirin. PKK’e kêşeya herî mezine ji bo Şingalê. Ger ev kêşe çareser nebe wê bandora xwe ya wêrankar li hemû herêmê bike. Dem Hatiye êdî bi dengek bilind mirov ji PKK’ê re bibêje, deste xwe ji qirika gelê Êzidî bikêşe.