ArtêşaTirkiyê bajarê Qamişlo bombebaran kir

ArtêşaTirkiyê bajarê Qamişlo bombebaran kir

Droneke artêşa Tirkiyê nava bajarê Qamişlo bombebaran kir û li gor zanyariyên destpêkê, hejmarek kes birîndar bûne.

Jêderekî ji Qamişlo ragihand, droneke artêşa Tirkiyê nêzîkî nexweşxaneya Jiyan a taybet bi Covîd 19 a li Qamişlo bombebaran kir.

Li gorî zanayariyan, di êrîşê de 2 endamên hêza Erkê Xweparastinê hatine kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûne.

Ji aliyekî din ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, di encama êrîşa droneya Tirkiyê de, 4 kes li Qamişlo hatine kuştin.

Ev yek di demekê de ye, hêzên Tirkiyê îro xaleke rêjîma Sûriyê li nêzîkî Amûdê û gundên Til Hemdûn, Cirnik, Xerza û Xanka yên ser bi Amûdê ve û nahiya Ebû Rasên topbaran kiribûn.

Di dema dawî de, ligel zêdebûna gefên Tirkiyê yên ji bo destpêkirina operasyoneke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, êrîşên asmanî yên bi riya dronan li ser Rojavayê Kurdistanê û hermên di bin kontrola HSDê de zêde bûne.

Droneke Tirkiyê pêr jî otomobîlek di nava Qamişlo bombebaran kiribû û di encamê de 4 kes hatin kuştin ku ji nava wan de 2 zarok bûn.

Pustên heman beş