Evdila bi pêngava 15’ê Şubatê fatîhe li ser pêngava 15’ê Tebaxê xwandiye!

PKK’ê û siyaseta wê ya bi dewletê re wekir, ku kurdên bakur navên Tirkî li zarokên xwe bikin

Memet Mêrdînî

39 sal bi ser şerê çekdarî yê PKK’ê ku weke ew dibêje di 15ê Tebaxa 1984ê da daye destpêkirin derbas bûn. Bi vê çalakiyê, PKK’ê yekem rêxistina xweya çekdarî anku damezrandina HRK (Hêzên Rizgariya Kurdistanê) jî ragihand. PKK’e da bi encamdana 3 çalakiyên ku biryar bû li Erûh, Şemzînan û Çatakê werin encamdan, damezrandina HRK ragehîne. Çalakiya Mesûm Korkmaz ya li Erûh ê encam day, deng da lê her du çalakiyên din bê bandor bûn.

Her wek PKK’e tev dîrokê berevajî dike û vedibêje, di vê yekê de jî rastiyan nabêje, ji ber ku di esasê xwe de li sala 1977an de PKK’ê dest bi şerê çekdarî kiriye.

PKK’e her sal vê rojê bi rojeke herî pîroz û girîng bi nav dike û bi dehan daxuyanî û nivîsan li ser parve dike û bi vê yekê gelê kurd bi giştî û alîgirên xwe provoke dike û wan dixapîne.

A herî balkêş daxuyaniya îsal ya KCK’ê bû ku di salvegera 39’emîna pêngava 15’ê tebaxê de parve kirî û têde bi dehan derewên wek xwe kirêt rêz kirî.

Karekî pir zehmete mirov bikare tev daxuyaniyên PKK’ê bibersivîne, ji berku kar û emelê wan bûye derkirina daxuyaniya û sextekirina bûyera û nivîsandina derewan, bersivdayîna wan pêtvî demek dirêj û sebra Eyob pêxember heye, lê emê hewl bidin di vê nivîsê de bi tenê axaftinên KCK’ê yên di daxuyaniya xwe de ji bo xapandina kurdan bikaranî pêşçav bikîn.

KCK’ê ragihand, “em soza xwe dubare dikin ku, emê têkoşîna azadiyêya ku di xeta pêngava 15’ê Tebaxê de dest pê kir, ber bi serkeftinê ve bibin.” ev 39 salin PKK’e vê axaftinê dubare dike, her sal bi rêzkirina peyva hewl dide rastiyan veşêre û xwe weke aliyê serkeftî nîşan bide, lê belê her ku diçe pêtir rûbrûyê şikestinê tê û pêtir axa kurdan teslîmî Tirkiyê dike û pêtir ciwanên kurdan dide kuştin, bi rastî jî dem hatiye ku gelê kurd ji PKK’ê bipirse, gelo serkeftina ev hind sale hûn qala wê dikin wê kengê bi çavên xwe bibînin, gelo ma kurdan evqas xebat, evqas xwîn û evqas ax di vê rêyê de wenda kir ne bese? Wê kengê hûn dest ji xwîna ciwanên kurd berdin, bese û êdî em ji derewên we bawer nakin.

PKK’ê û siyaseta wê ya bi dewletê re wekir, ku kurdên bakur navên Tirkî li zarokên xwe bikin

PKK’e bi berdewamî vê yekê dubare dike ku bi pêngava 15’ê Tebaxê dîrokek nû ji boy kurdan afirand û kesayet û jîyaneke nû jî ji kurdan re afirand, bi awayekî vê yekê vedibêje ku kesek nexwende be û haydarî dîroka kurd û Kurdistanê nebe wê wisa bifikire ku bera hebûna PKK’ê destên tev kurdan bi zincîran hatibûn girêdan, kurd weke reşpêstên di nava zeviyên çandiniyê yên Amerîkayê de bûn û ti caran ne berxwedan kiriye, ne şoreş kiriye û nejî di esas de hebûne, ji ber ku PKK’e tev dîroka Kurdistanê bi taybetî dîroka Bakurê Kurdistanê bi dîroka avakirina PKK’ê ve dide naskirin, bi vê yekê dixwaze her tiştî li bîra kurdan bibe, şoreşa Êhsan Nûrî Paşa, Şoreşa Seyîd Reza, Şoreşa Şêx Seîd Pîran, ya Elî şêr û ……. hemûyan ji bîra kurdan bibe û weke tiştekî ne qewimî di mejîkê kurdan de bide ji bîr kirin.

Piştî damezrandina PKK’ê, ne bi tenê pirsgirêkên Bakurê Kurdistanê bi dawî nebûn û Kurdistana bakur azad nebû, belku pirsgirêkên heyî zêdetir û kûrtir bûn, PKK’ê û siyaseta wê ya bi dewletê re wekir, ku kurdên bakur navên Tirkî li zarokên xwe bikin, zimanê xwe yê dayikê ji bîr bikin, çand û hunera xwe heya radeyekî herî zor ji bîr bikin û bi ziman û çanda tirkan hîn bibin, berevajî vê yekê PKK’e dixwaze wisa nîşan bide ku her tişt ber bi başbûnê ve çûye, ziman, çand, kesatî, jiyan û hwd… Lê her kes rastiyê bi çavê xwe dibîne û dizane ne bi tenê bi PKK’ê re Bakurê Kurdistanê azad nebû, belku PKK’e bû sedem ku beşek ji başûr û rojava Kurdistanê jî bikeve bin destê dewleta dagirker a Tirkiyê de.

Di beşeke din ji daxuyaniya KCK’ê de hatiye, “pêngava 15’ê Tebaxê faşîzm têk bir, nehşit ku bibe pergalek mayînde û hişt ku pêvajoya demokratîk ji nû ve dest pê bike.” bi rastî jî mirov heyirî dimîne ji aliyekê KCK’e-PKK’e di tev daxuyaniyên xwe de êrîşî ser AKP’ê-MHP’ê dike û wan bi faşîzm binav dike, ji aliyek din jî dibêje bi pêngava 15’ê Tebaxê me faşîzm têk bir, gelo ev bi xwe ne dereweke diyar û eşkereye ku PKK’e dike? Ger we pêş 39 sala faşîzm li Tirkiyê têk biribe, çima îro rojane bas li faşîzmê dikin?!

Wusa dixuye PKK’e jî mîna Zahak bi xwîna serê kurdan têhnîye û ti caran têr nabe

KCK’ê got, “gerîla bi ruhê serkeftinêyê 15’ê Tebaxê şer dike”, her kes dizane, pirsgirêka Kurda ne şerkirine, kurd bi dirêjahiya dîrokê şerker û qehreman bûne, dîrok nivîsên bi nav û deng mîna Herodotus, kurdan weke mirovên bi cerg û şerker didin naskirin, kesên mîna Ksenofon, Cengîzxan ku bi du serkirdeyên bihêz û dilreq tên naskirin pesna kurdan û şerkirina wan daye, ev tiştekî rûn û eşkereye û her kes dizane, lê belê PKK’e dixwaze vê yekê jî bike behra xwe û bibêje me mirovê kurd wusa perwerde kiriye, bi vê yekê jî dixwaze dîrokê sexte bike.

Wusa dixuye PKK’e jî mîna Zahak bi xwîna serê kurdan têhnîye û ti caran têr nabe, ger na bang li ciwanên kurd nake û ji wan re nabêje, ” divê tevlî refên têkoşînê bibin”, axir hûn bas li kîjan tekoşînê dikin? Tekoşîna bi kuştin dana ciwanên kurd? Tekoşîna çêkirina biratiya gelan a li ser xwîna kurdan tê avakirin? Tekoşîna demokratîk kirina Tirkiyê? Tekoşîna dijatî kirina xeta Barzanî û xeta serxwebûn û azadiya Kurdistanê? Tekoşîna bi tirk nasandina diya xwe û wergirtina delîveyek din ji boy xizmetkirina dewleta Tirk? Tekoşîna lêborîn xwestin ji dayikên tirk di dadgeha Tirkiyê de û jibîrkirina dayikên kurd yan jî tekoşîna radestkirina zêdetir a xaka Kurdistanê? Ya rast divê di nava ciwanên kurd de ciwanek yan jî rêxistineke ciwanan peyda bibe û weke çewa Kawayê Asinger li dijî Zahak seknî û mejîkê wî herişandî, ewjî mejîkê PKK’ê bi çakûçê xwe biherişîne… Tek çareserî û azadiya Kurdistanê ji PKK’eya bi destê Mîta Tirkiyê hatî çêkirin wê ev be.

pêngava 15’ê Tebaxê ya li Erûhê dest pêkirî, bi pêngava 15 Şubatê, pêngava vegerîna Evdila ji boy Tirkiyê bi dawî hatiye û fatîhe li ser hatiye xwendin

Çalakiya ku PKK’e bi “pêngava dîrokî ya 15’ê tebaxê” binav dike ne bi tenê weke ew dibêje “bi dirêjahiya 38 salan pêşketinên mezin afirand” neafirand belku nekarî 38 metran ji Kurdistana Bakur rizgar bike, ne bi tenê ev, belku bi vê yekê PKK’ê bi kûrahiya 38 kîlometran ji Kurdistana azad ya Başûr jî teslîmî dewleta Tirkiyê kir.

Bi kurtî û bi Kurmancî, pêngava 15’ê Tebaxê ya li Erûhê dest pêkirî, bi pêngava 15 Şubatê, pêngava vegerîna Evdila ji boy Tirkiyê bi dawî hatiye û fatîhe li ser hatiye xwendin, PKK’e bi bas kirina vê yekê bi tenê dixwaze xwîna zêdetir ya ciwanên kurd bike qurbanîyê berjewend û xwastekên xwe yên dije kurd û Kurdistan.

Pustên heman beş